Ji hişê çêkirî heta bi Starlinkê: Dronan balansa şerê Ukraynayê çawa guhert?

Hewlêr (Rûdaw) - Şerê li Ukraynayê derbasî sala xwe ya pêncemîn dibe û dron (balafirên bêbalafirajo) bûne serdestên mitleq ên eniya şer.

Ev şoreşa teknolojîk a ku ji dronên erzan ên bazirganiyê heta sîstemên bi piştevaniya hişê çêkirî dihewîne, têgeha şerê modern ji binî ve diguhere. Hemû cîhan jî vê pêvajoyê ji nêz ve dişopîne.

Wezîrê Parastinê yê Ukraynayê Mykhailo Fedorov diyar dike ku dron sedema ji sedî 80yê windahiyên li qada şer in.

Leşkerekî Ukraynayî yê li eniyê jî rewşê wiha tîne zimên:

"Êdî ne mumkin e ku şerê modern bêyî dronan bê meşandin."

Hêmanên teknolojîk ên ku rêçika şer diguherin û rastiyên nû yên li eniyê wiha têne rêzkirin:

"Kill Zone": Xeta mirinê ya 20 kîlometreyî

Bi zêdebûna dronan re, herêma ku heta 20 kîlometreyî diçe kûrahiya eniya şer wekî "Kill Zone" (Herêma Mirinê) hat binavkirin.

Pispora leşkerî Katerina Bondar destnîşan dike ku li vê herêmê ji asmanan ve çavdêriyeke berdewam heye. Bondar dibêje, "Ti tişt di ewlehiyê de nîne."

Tankên qerase û wesayîtên zirxî, dibin hedefa hêsan a dronên biçûk ên ku tenê bi çend sed dolarî ne.

Ukraynayê ji bo ku leşkerên xwe nexe xeteriyê, di veguhastina cebilxaneyan û derxistina birîndaran de dest bi bikaranîna "dronên bejahiyê" (wesayîtên bejahiyê yên bêmirov) kir.

Li dijî şerê elektronîk kabloya fîberoptîk

Di destpêka şer de dron bi pêlên radyoyê dihatin kontrolkirin lê sîstemên pêşketî yên "jamming"ê (têkderên sînyalan) ên Rûsyayê bi hêsanî dikarîbû vê pêwendiyê qut bikin.

Li hemberî vê yekê, Rûsyayê di demên dawiyê de dest bi bikaranîna teknolojiyeke nû kir.

Di vê sîstemê de dron bi kabloyeke fîberoptîk a gelekî zirav bi navenda kontrolê ve tên girêdan.

Ev pêwendiya fîzîkî, şerê elektronîk bêkêr dike.

Bi belavbûna vê rêbazê re, qadên şer wekî ku bi toreke mezin a kabloyan hatine pêçandin.

Faktora Starlinkê û Elon Musk

Artêşa Ukraynayê bi saya înterneta peykê ya Starlinkê ku bi dronan ve kiriye, dikare wesayîtên xwe ji dûr ve kontrol bike. Her wiha dikare dîmenan bi kalîteyeke bilind veguhêze.

Enstîtuya Lêkolînên Şer (ISW) bi bîr tîne ku piştî ku Rûsyayê jî dest bi bikaranîna teknîkên bi vî rengî kir, Ukraynayê ji Elon Musk xwestiye ku gihîştina Rûsan asteng bike.

Li gorî raporên ISWyê, bisînorkirina gihîştina Starlinkê ya Rûsyayê, ji bo pêşveçûna Ukraynayê ya li başûrê Zaporijyayê awantajeke stratejîk çêkir.

Li hemberî mûşekên bi milyon dolaran "dronên nêçîrvan"

Ji bo xistina dronên ku bi çend hezar dolaran in, bikaranîna mûşekên parastina asmanî ku bihayê wan bi milyon dolaran e, qeyraneke aborî derdixe holê.

Ji bo derbaskirina vê pirsgirêkê Ukraynayê "dronên nêçîrvan" çêkirine. Ev dron li asmanan li dronên dijmin dixin û wan îmha dikin.

Her wiha wesayîtên leşkerî û çeper, ji bo parastina ji dronan bi torên metal ên ku ji wan re "qefes" tê gotin tên dorpêçkirin.

Hişê çêkirî: Derbeya dawî pêk tê

Endezyar li ser hişê çêkirî dixebitin da ku dron di kêliyên krîtîk ên beriya lêdana hedefê de ji têkderên sînyalê bandorê nebînin.

Di sîstemên nû yên ku hatine bipêşxistin de, dema dron nêzîkî hedefê dibe, eger sînyal qut bibe jî hişê çêkirî kontrolê dixe destê xwe û êrişê bi awayekî xweser temam dike.

CEOyê berê yê Googleê Eric Schmidt vê guherînê wiha dinirxîne: "Di paşeroja nêzîk de dê pêşî dron, paşê jî mirov bikevin qada şer."

Lê tevî vê hemû teknolojiyê nêrîna hevpar a leşkerên li eniyê naguhere: "Heta ku tu bi destê xwe alayê li erdê neçikînî, nayê hesibandin ku ew herêm ya te ye."