Çînê li ser îhtimala êrişa li dijî Îranê hişyarî da Amerîkayê
Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka Wezareta Karên Derve ya Çînê Mao Ningê ragihand ku zêdebûna aloziya li Rojhilata Navîn di berjewendiya ti aliyan de nîne.
Serokê Amerîkayê Donald Trump gotibû ew êrişeke sînordar li dijî Îranê plan dike.
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Çînê Mao Ningê li Pekînê di civîna çapemeniyê ya rojane de ev mijar nirxand.
Mao Ningê diyar kir ku ew hêvî dikin alî bi aramî tevbigerin û nakokiyan bi rêya diyalogê çareser bikin û got:
"Zêdebûna aloziya li Rojhilata Navîn xizmeta berjewendiyên ti aliyan nake."
Zêdekirina hebûna leşkerî ya Amerîkayê ya li Rojhilata Navîn a di hefteyên dawî de wekî amadehiya êrişeke li dijî Îranê tê şîrovekirin.
"Êrişa leşkerî ya sînordar"
Serokê Amerîkayê Donald Trump 20ê Sibatê li Koşka Spî pirsa rojnamegerekî ya “Gelo hûn êrişeke leşkerî ya sînordar a li dijî Îranê difikirin?” wiha bersivandibû:
“Ez dikarim bibêjim ku ez vê yekê difikirim.”
Serokê Komîsyona Ewlehiyê ya Neteweyî û Siyaseta Derve ya Parlamentoya Îranê Îbrahîm Ezîzî jî diyar kiribû, êriş çi qasî mezin an biçûk be jî Îran dê bersiveke “poşmanker” bide.
Rayedarên Îranî tim dibêjin, eger êriş sînordar be jî ew dê bi awayekî berfireh bersivê bidin û ev yek dê rê li ber şerekî herêmî veke.
Dan û standinên Amerîka û Îranê
Dan û standinên nukleer ên di navbera Îran û Amerîkayê de Hezîrana 2025an piştî êrişên Îsraîl û Amerîkayê yên li dijî Îranê qut bûbûn.
Dan û standinan 6ê Sibatê li Umanê careke din dest pê kiribûn.
Gera duyem a dan û standinan 18ê Sibatê li bajarê Cenevreyê yê Swîsreyê hatibû kirin.
Tê çaverêkirin ku şandeyên Amerîka û Îranê 26ê Sibatê careke din li Cenevreyê bicivin.