Amerîkayê çavê xwe li Îranê sor kiriye: ‘Em dê hêza kujende bi kar bînin’
Hewlêr (Rûdaw) - Koşka Spî derbarê polîtîkaya birêvebiriya Trump a li hemberî Îranê peyamên tund dan û ragihand, “Eger pêwîst be em dê hêza kujende bi kar bînin.”
Berdevka Koşka Spî Karoline Leavittê li baxçeyê Koşka Spî daxuyanî da û li ser girjiya di navbera Amerîka û Îranê de axivî.
Leavittê diyar kir ku pêşîniya rêvebiriya Amerîkayê dîplomasî ye û got:
“Lê eger pêwîst be em ji bikaranîna hêza kujende ya artêşa Amerîkayê venakşin.”
“Operasyona Çakûçê Nîvê Şevê serkeftî bû”
Leavittê behsa operasyona bi navê “Midnight Hammer” (Çakûçê Nîvê Şevê) kir ku 22yê Hezîrana 2025an hatibû kirin.
Wê diyar kir ku operasyon li dijî kapasîteya nukleer a Îranê bû û ew operasyon “gelekî serkeftî” bû.
Leavittê destnîşan kir ku operasyonê tesîsên nukleer ên Îranê kirine hedef û wiha axivî:
“Tunekirina tesîsan nayê wê wateyê ku Îran dê di paşerojê de hewl nede bernameya nukleer bi pêş bixe. Em amade ne.”
“Hûn biryarê bidin bê gef e yan na”
Rojnamegerekî pirsî, “Gelo birêvebiriya Trump hîn jî Îranê wekî gefekê dibîne?”
Leavittê diyar kir ku li Îranê dem bi dem dirûşmên li dijî Amerîkayê tên berzkirin.
Wê xwe ji şîrovekirina vê yekê dûr girt û hişt ku rojnameger bi xwe biryarê bidin bê ma ev gef e yan na.
“Pêşî dîplomasî, paşê jêvegerandin”
Leavittê bal kişand ser stratejiya mizakereyên nukleer û diyar kir ku stratejiya birêvebiriya Trump li ser esasê dîplomasiyê ye.
Lê wê destnîşan kir ku eger encam neyê standin dê jêvegerandina leşkerî bikeve dewrê.
Berdevka Koşka Spî, nûçeyên di medyaya Amerîkayê de yên ku xwe dispêrin çavkaniyên nenas û behsa planên rêvebiriya Trump ên li ser Îranê dikin jî rexne kirin.
Leavittê daxuyand ku ew angaşt rastiyê nîşan nadin.