Leyen: Em bi bandora bihabûna gaza xwezayî û petrolê dihesin
Hewlêr (Rûdaw) - Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) Ursula von der Leyenê da zanîn ku ew bandora bihabûna gaza xwezayî û petrolê hîs dikin.
Von der Leyenê li bajarê Canberrayê bi Serokwezîrê Awistralyayê Anthony Albanese re civîneke hevbeş a çapemeniyê saz kir.
Wê pirsên rojnamegeran ên derbarê pêşhatên li Rojhilata Navîn bersivandin.
Von der Leyenê diyar kir ku ji bo bidawîkirina şerê li Rojhilata Navîn, dema rûniştina li maseya dan û standinan a bi Îranê re hatiye.
"Dema dan û standinan e"
Wê destnîşan kir ku rewşa li Rojhilata Navîn ji bo xetên dabînkirina enerjiya cîhanê gihiştiye qonaxeke hesas û got:
"Em difikirin ku dema vegera li maseya dan û standinan û bidawîkirina şer hatiye.
Em hemû bandora zincîreyî ya bihabûna gaza xwezayî û petrolê hîs dikin.
Ev rewş bandorê li şirket û civakên me dike lê xala herî girîng ew e ku em bigihîjin çareseriyekê û şerê li Rojhilata Navîn bi dawî bikin."
Rola Yekîtiya Ewropayê (YE) ya li Tengava Hurmizê
Leyen li ser pirsa "Gelo dê welatên Yekîtiya Ewropayê li Tengava Hurmizê rola xwe çawa bilîzin?" wilo axivî:
"Serokên Yekîtiya Ewropayê eşkere kir ku gava şer bi dawî bibe, ew dikarin operasyon an jî mîsyonekê bidin destpêkirin.
Lê ne karê min e ku ez biryara dabînkirina kapasîteya pêwîst a li Tengava Hurmizê binirxînim."
Êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê
Di navbera birêvebiriyên Tehran û Washingtonê de dan û standin hebûn lê Amerîka û Îsraîlê 28ê Sibatê dest bi êrişan kir.
Îranê jî bersiv da wan êrişan.
Îranê êrişî baregehên Amerîkayê yên li Qeter, Îmarat û Behreynê û her wiha êrişî Îsraîlê kir.
Di êrişên Amerîka û Îsraîlê de Rêberê Îranê Elî Xaminêyî û gelek berpirsên pilebilind mirin.
Li gorî berpirsên Îranê, di êrişên Amerîka û Îsraîlê de hejmara kuştiyan ji 1348an û hejmara birîndaran jî ji 17 hezaran derbas bûye.