Rubio ji bo gotûbêjkirina mijara Îranê bi welatên G7ê re dicive
Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ragihand, Wezîrê Karên Derve Marco Rubio dê înê li Fransayê bi hevtayên xwe yên welatên G7ê re bicive û mijara şerê Îranê dê yek ji mijarên sereke yên civînê be.
Civîn di demekê de tê kirin ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihandibû ku Washingtonê bi Tehranê re dest bi dan û standinan kiriye û armanca wan jî pêkanîna peymanekê ye.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Tommy Pigott got, Rubio dê bi hevtayên xwe re li ser şerê Rûsya û Ukraynayê, rewşa Rojhilata Navîn û "gefên li ser aştî û aramiya cîhanê" gotûbêj bike.
Welatên G7ê ev in: Amerîka, Brîtanya, Fransa, Kanada, Almanya, Îtalya û Japonya.
Helwesta hevpeymanan
Her çi qasî hemû welatên G7ê hevpeymanên nêzîk ên Amerîkayê bin jî, heta niha ti ji wan amaje bi wê yekê nekiriye ku dê beşdarî şerê Îranê bibe.
Her wiha ti ji wan welatan negotiye ku ew dê li kêleka Amerîkayê ji bo vekirina Tengava Hurmizê hewl bidin.
Vê helwesta welatên G7ê jî Donald Trump hêrs kiriye.
Berê wezîrên karên derve yên G7ê daxwaz kiribû ku êrişên Îranê yên li welatên Kendavê "bi lezgînî û bêmerc" bi dawî bibin.