Artêşa Almanyayê “xurdeyên“ xwe dide Kurdistanê?
Dusseldorf (Rûdaw) - Keleşkofa G 36 ya ku çeka bingehîn ya her leşkerekî Artêşa Almanyayê ye, ji ber pirsgirêkên “lênexistina li hedefê“ dê ji depoyên Artêşa Almanyayê bên derxistin. Pêşmergeyên Kurdistanê jî gellekî ji keleşkofa G 36 razî ne û wê çekê dixwazin, weke ku Wezîrê Pêşmergeyan yê Kurdistanê Mistafa Seyîd Qadir diyar kir.
Ev demek e ku li Almanyayê li ser kêmasiyên keleşkofa G 36 ya şîrketa almanî Heckler & Koch tê nîqaşkirin û gazin dihatin kirin ku ew çek di dema germbûnê de êdî baş li hedefê naxe. Piştî ku lêkolîneke ji aliyê artêşa almanî ve ev îdia piştrast kir, Wezîra Bergiriyê ya Almanyayê, Ursula von der Leyen, diyar kir ku ewê wan 176 hezar keleşkofên G 36 yên Artêşa Almanyayê biguherînin.
Di çarçoveya arîkariya Almanyayê ji bo şerê li dijî DAIŞê de, Almanyayê heta niha gellek cebilxaneyên leşkerî ji pêşmergeyan re şandine, di nav wan arîkariyan de 8 hezar keleşkofên G 36 jî hene, ku li gor gotina Wezîrê Karûbarên Pêşmergeyan Mistefa Seyîd Qadir, pêşmerge gellekî ji wê çekê razî ne.
Di hevpeyvîneke ligel rojnameya almanî Frankfurter Allgemeine Zeitung (FAZ) de, Mistefa Seyîd Qadir dibêje ku ew gellekî spasdarê Almanyayê ne ji bo şandina arîkariyan, lê eger Almanya wan keleşkofan bide wan ewê bikaribin hemû pêşmergeyan bi wê çekê çekdar bikin.
Mistefa Seyîd Qadir diyar dike ku heta niha ew bi Wezîra Bergiriyê ya Almanyayê, Ursula von der Leyen, li ser vê babetê neaxiviye lê lîsteyeke çekên pêwîst pêşkeşî Almanyayê hatiye kirin. Mistefa Seyîd Qadir herwiha diyar kiriye ku heta dawiya vê mehê wê 30 roketên din jî yên ji cûreyê Mîlan ji Almanyayê bigihijin Kurdistanê.