Navenda Nûçeyan - Rawêjkara Almanya Angela Merkel di dema seredana Tirkiyê de bo parastina penaberan piştgirî da çêkirina devereke aram li Sûriyê.
Angela Merkil roja şemiyê piştî ku seredana kampekê penaberan li Dîloka bajarê Bakûrê Kurdistanê kir, di konferansekî çapemeniyê de ragihand û got, eger devereke aram di nava axa sûriyê de û nêzîkî sînorê Tirkiyê bê çêkirin, wê demê dê rêjeyeke kêmtir ji penaberan ji welatê xwe derkevin.
Serokwezîrê Tirkiyê Ahemet Davutoglu jî di wê konferansa çapemeniyê de rexne li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekgirtî girt û got, gavên pêwîst bo çêkirina devera tampon ne avêtiye.
Neteweyên Yekgirtî û herwiha rêxistinên hawarhatinê li dijî çêkirina devera tampon di nava axa Sûriyê de ne û dibêjin, heya ku emniyeta wê deverê bi giştî neyê garantîkirin, çêkirina wê ne mumkun e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse