Li Brîtanyayê zengilê hişyarkirina seranserî li ser mobaylan hat ezmûnkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Li Brîtanyayê wek projeyeke hikûmetê ji bo rewşên awarte û xeter, zengilê hişyariya seranserî li ser mobaylan hate ceribandin

Li qehwexaneyeke Kolana Oxford li Londona paytexta Brîtanyayê, duh Yekşemê demjimêr 03:00 piştî nîvro zengilê hişyarkirinê li ser mobaylên piraniya xelkê hat lêdan. Ev nûtirîn dahênana hikûmeta Brîtanyayê ye

Brîtanya dixwaze bi rêya zengilê mobaylê, di yek demê de, xelkên seranserê wî welatî ji karesat, gef û rewşên meitrsîdar hişyar bike.

Welatiyê Brîtanî, Tia Buckley bi erênî behsa wê projeya nû ya hikûmetê dike û dibêje: “Bi nerîna min, bîrokeyeke baş bû, eger pêkan be di dema zenglêdanê de bê vemirandin, sûd jê heye.”

Danîna wê bernameyê li nav mobaylên xelkê gotin û axaftin li pey xwe anîn.

Hinek xelk tirsa wan heye, ev bername ji bo diziya zanyariyan bê bikaranîn, lê li kêleka vê yekê jî, bername ji bo hinek xelkê kar nekir û ji bo hinekên din jî, ji dema xwe zûtir zengil lê da.

Prof. di siyasetê de li Zanîngeha Buckingham, Anthony Glaze amaje bi kêmasiya bernameyê dike û dibêje: “Bi rastî zengil yek xulekê zûtir ji dema xwe lê da û hêj nebûbû demjimêr 03:00. Ev yek jî ji bo hinek xelkê cihê nîgeraniyê ye. Di wê demê de ku jê re hatibû danîn, zengil lê neda.”

Zengilê hişyarkirinê ji bo hemû xelkê Brîtanyayê yek cor e. Mobayla te bêdeng be yan na, ew zengil 10 çirkeyan tê bihîstin.

Têkstek ligel e, mirov agahdarî cor û cihê bûyerê dike.

Anthony Glaze mamosteyê Zanîngeha Buckinghamê dibêje: “Dibe peyam ji te re bibêje li wê navçeya ku tu lê yî, agir çê bûye, êrîşa terorî heye, lehî heye. Lê di rewşeke wiha de em ê çi bikin? Destwesran dibe? Yan tu dikevî nav otomobîlekê. Bê guman eger ewqasî tu xweşbext bî. Yan dibe tu biçî ser kolanê? Metirsî ew e ku ev cor ji tiştan dibe xelkê tûşî tevliheviyê bikin, her weke çawa hewlek e jî ji bo rizgarkirina xelkêji rewşa metirsîdar.”

Li gelek welatan sîstema hişyarkirinê ji bo mobaylan hatiye danîn, di nav wan de, Amerîka, Holenda û Japon.

Tokyo dibêje, bi sedema wê bernameyê, wan jiyana gelek xelkê ji metirsiyê riazgar kiriye.

Li Amerîkayê, serok dikare yekser nameyê ji bo hemû welatiyan bişîne, lê herdem ne weke pêweîst e. Di sala 2018an de, li Haway, zengilê hişyarkirinê bi şaşîtî, dijemûşekiya esmanî lê ket û tirseke mezin di nav xelkê de belav bû.