Li Londonê bibîranîna Enfalê: Armanc ew e ku Brîtanya wekî komkujî nas bike

London (Rûdaw) - Sekreterê Giştî yê Partiya Serxwebûna Kurdistanê ragihand ku li nav avahiya parêzgeha Londona paytexta Brîtanyayê bibîranîna Komkujiya Enfalê hatiye kirin.

Armanc ew e ku dengê mezlûmiyeta gelê Kurd bigihînin cîhanê, da ku Brîtanya wê tawanê wekî komkujî nas bike.

Sekreterê Giştî yê Partiya Serxwebûna Kurdistanê Aştiyako Pûrkerîm doh li ser çalakiyê ji Rûdawê re axivî û anî ziman:

"Merasîma bibîranîna Enfalê li Londonê bi hewla şaredarê berê yê herêma Lambethê Serbaz Berzincî bi rê ve çû ku hejmarek kesayetiyên biyanî jî tê de amade bûn."

Pûrkerîm destnîşan kir ku li wê parêzgehê du monument ji bo Enfal û Helebceyê hatine danîn û her sal di salvegera wan tawanan de li wir tên bibîranîn.

Aştiyako Pûrkerîm her wiha da zanîn:

"Armanca me ew e ku ev pirs bibe cîhanî û hikûmeta Brîtanyayê wekî komkujî nas bike."

Bibîranîna Qeladizê

Sekreterê Giştî yê Partiya Serxwebûna Kurdistanê diyar kir ku biryar e îro merasîmeke din ji bo salvegera bombebarankirina Qeladizê were lidarxistin.

Di wê merasîmê de jî dê were xwestin ku ew tawan wekî “komkujî û paqijiya neteweyî” were naskirin.

Komkujiya Enfalê

Enfal rêzeoperasyonên leşkerî û komkujî bû ku sala 1988an ji aliyê rejîma Beasê ya Îraqê ve li dijî gelê Kurd hat kirin.

Ev tawan di 8 qonaxan de bi rê ve çû û tê de nêzîkî 182 hezar mirovên bêguneh hatin windakirin û şehîdxistin.

Her wiha zêdetirî 5 hezar gundan hatin wêrankirin.

Armanca rejîma berê ji vê pêngavê, jêbirina nasnameya neteweyî û têkdana binesaziya aborî û civakî ya Kurdistanê bû.

Kîmyabarana Helebceyê

16ê Adara 1988an, balafirên şer ên rejîma Beasê bajarê Helebceyê bi gaza jehrawî û çekên kîmyayî (gaza xerdel û sarîn) bombebaran kir.

Di vê karesata mirovî de zêdetirî 5000 welatiyên sivîl di demeke gelekî kurt de şehîd ketin û nêzîkî 10 hezar kes jî birîndar bûn.

Ev tawan wekî yek ji mezintirîn êrişên kîmyayî yên li dijî xelkê sivîl a di dîroka nû de tê naskirin.

Bombebarankirina Qeladizê

24ê Nîsana 1974an, rejîma Îraqê bi balafirên şer bajarê Qeladizê bombebaran kir.

Navendên zanistî û xelkê sivîl bûn armanca êrişê.

Di vê bûyerê de bi sedan xwendekar û welatî şehîd ketin û birîndar bûn.