Nikol Paşinyan şewitandina alaya Tirkiyeyê şermezar kir

Hewlêr (Rûdaw) - Nikol Paşinyan li Rewana paytexta Ermenistanê şewitandina alaya Tirkiyeyê şermezar kir û ev yek wekî "provokasyon" bi nav kir.

Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a Ermenistanê Armenpressê, Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşinyan şewitandina alaya Tirkiyeyê ya di dema meşeke bi meşaleyan de şermezar kiriye.

Ew meş ji aliyê Federasyona Şoreşger a Ermenistanê (Daşnaktsutyun - ARF-D) ve hatibû organîzekirin.

Nikol Paşinyan diyar kir ku ev çalakî "bi awayekî eşkere provokatîf e" û anî ziman ku tevgerên wiha aloziyê zêde dikin.

Berdevka Serokwezîriya Ermenistanê Nazeli Baghdasaryanê jî ragihand ku Paşinyan van cure çalayakiyan wekî "bêberpirsyarî" dibîne û got ku ev nayên qebûlkirin.

Baxdasaryanê destnîşan kir ku şewitandina alaya dewleteke ku di qada navneteweyî de tê naskirin, bi taybetî jî alaya welatekî cîran bi ti awayî nayê pejirandin.