Senatorê Pakistanê: Em hewl didin rê li ber şerê Îran û Amerîkayê bigirin
Îslamabad (Rûdaw) - Senatorê Pakistanê Efnanullah Xan di hevpeyvîneke taybet a bi Tora Medyayî ya Rûdawê re de qala hewlên dîplomatîk ên welatê xwe yên ji bo kêmkirina alozîyên di navbera Îran û Amerîkayê de kir.
Senatorê Pakistanê Efnanullah Xan eşkere kir ku niha Îslamabad rola navbeynkariyê dilîze û hewlên ji bo rêlibergirtina şer didomin.
Efnanullah Xan destnîşan kir ku îhtimaleke mezin heye ku di rojên bê de şandeyên Amerîka û Îranê bigihêjin Îslamabada paytexta Pakistanê.
Efnanullah Xan li ser naveroka pirsgirêkan wiha peyivî:
"Hîn di navbera her du aliyan de valahî û pirsgirêkên mezin hene.
Bi taybetî li ser dosyeya Tengava Hurmizê, bernameya nukleerî ya Îranê û ceza û dorpêçên Amerîkayê nakokî didomin.
Lê em hewl didin wan valahiyan tije bikin da ku dan û standinên rasterast dest pê bikin."
Çima Pakistan?
Senatorê Pakistanê li ser sedema hilbijartina welatê xwe wekî cihekî guncav ê ji bo dan û standinan diyar kir ku xwedîbûna çekên nukleerî û artêşeke bihêz hincetên sereke ne.
Wî her wiha anî ziman ku pêwendiyên dîrokî yên bi Çîn, Îran û heta bi Erebistana Siûdî re Pakistan kiriye "lîstikvanekî bibandor" ê li herêmê.
Senator Xan tekez kir ku Pakistan naxwaze şerek li ser sînorên wê derkeve çimkî tecrubeya wan a şerê li Efxanistanê heye.
Wî her wiha diyar kir ku ew naxwazin Îran parçe bibe yan jî şerekî navxwe tê de derkeve.
Hevsengiya di navbera Îran û Erebistana Siûdî de
Senator Xan li ser hevsengiya di navbera Îran û Erebistana Siûdî de got:
"Peymana me ya ewlehiyê ya stratejîk bi Erebistana Siûdî re heye û em pêbendî wê ne.
Di heman demê de pêwendiyeke me ya gelekî baş bi Îranê re heye û me ji wan re ragihandiye ku em naxwazin welatên Misilman bi hev re şer bikin."
Wî bi geşbînî qala paşeroja welatê xwe kir û got Pakistan ji hêzeke herêmî ber bi "hêzeke cîhanî" ve gavan diavêje.
Senator Xan diyar kir ku nifûsa Pakistanê gihîştiye 250 milyonî û da zanîn ku ev yek bi pêgeha cografî û dînî re roleke sereke dide welatê wî.
Senatorê Pakistanê destnîşan kir ku niha astengiya herî mezin rijdbûna Îranê ya li ser rakirina dorpêçên Amerîkayê ye.
Wî da zanîn ku Washington vê daxwazê red dike lê Îslamabad bihevguhertina peyaman didomîne da ku her du alî li ser maseya dan û standinan bicivin.