18 Photos
AFP –
Serokê Amerîkayê Donald Trump di serdana xwe ya bo Îsraîlê de, tevî hevjîna xwe Melaniya Trump, keça xwe Îvanka Trump û zavayê xwe Jared Kuchner serdana dîwarê rojavayê Urşelîmê (Dîwarê Nudbe) kir.
Dîwarê rojavayê Urşelîmê pîroztirîn cihê olî yê cihûyan e û ji bo dua û nizayên xwe cihû serdana wê derê dikin.
Trump kumeke cihûyan danî ser serê xwe û weke zavayê xwe yê cihû Jared Kuchner li ber dîwar dest bi duayan kir.
Donald Trump yekemîn Serokê Amerîkayê ye, ku serdana wê cihê pîroz ê olî yê cihûyan dike. Pêştir Barack Obama di sala 2008an de serdana wî dîwarê pîroz ê cihûyan kiribû, lê belê ne di dema serokatiyê de, belku di dema berbijêriya ji serokatiya Amerîkayê de ew serdan pêk anîbû.