Li Taylandê helîkopter ket, 3 kes mirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li rojavayê Taylandê helîkoptera polîsan ket û 3 kes mirin.

Li gorî nûçeya rojnameya Bangkok Postê, rayedaran ragihand ku helîkoptera polîsan a ku 4 kes tê de bûn li herêma Muangê ya parêzgeha Prachuap Khiri Khanê ketiye.

Rayedaran diyar kir ku di qezayê de 3 kes mirine û kesekî jî beriya ku helîkopter bikeve xwe bi paraşûtê avêtiye.

Rayedaran anî zimên ku rewşa wî kesê ku xwe avêtiye ne diyar e û nizanin bê ma ew li kû ye.

Li hêla din, derbarê bûyerê lêpirsinê dest pê kir.