Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku wan di dan û standinan de li ser piraniya peymanê li hev kiriye û dê di demeke nêzîk de hûrgiliyên wê werin eşkerekirin.
Trump her wiha got, "Dê Tengava Hurmizê were vekirin."
Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser tora civakî ya Truth Socialê peyamek belav kir.
Trump got, "Bi rêya dan û standinan piraniya peymanê hatiye gotûbêjkirin.
Niha jî li benda erêkirina dawî ya di navbera Amerîka, Komara Îslamî ya Îranê û welatên herêmê de ye."
Trump behsa wê yekê dike ku wî bi serkirdeyên gelek welatên herêmê re li ser pirsa Îranê û ji bo aştiyê li ser têgihîştinekê guftûgo kiriye.
"Ez bi gelek serokên herêmê re axivîm"
Trump di peyama xwe de wiha nivîsiye:
"Ez niha li Ofîsa Hêlkeyî ya Koşka Spî me. Demekê beriya niha min pêwendiyeke telefonî ya gelekî baş pêk anî.
Ez bi Mihemed Bîn Selman el Siûdê Erebistana Siûdî, Mihemed Bîn Zeyd el Nehyanê Îmaratê, Mîr Temîm Bîn Hemed, Serokwezîr Mihemed Bîn Ebdurehman El Sanî û Wezîr Elî El-Sewadî yên Qeterê re axivîm.
Her wiha Ez bi Sererkan Asim Munirê Pakistanê, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Misirê Ebdulfetah Sîsî, Şahê Urdinê Ebdulahê Duyem û Şahê Behreynê Hemed Bîn Îsa el Xelîfe re jî axivîm."
Trump diyar dike ku pêwendiyên telefonî "li ser Komara Îslamî ya Îranê bûn û girêdayî hemû wan babetan bûn ku pêwendiya wan bi têgihîştineke taybet a aştiyê re heye."
"Tengava Hurmizê vedibe"
Trump li ser helwesta Îsraîlê jî ev zanyarî dane:
"Cudatir, ez bi Serokwezîrê Îsraîlê Bîbî (Benjamin) Netanyahu re jî bi telefonê axivîm û ew jî bi heman awayî gelekî baş bû."
Serokê Amerîkayê di dawiya peyama xwe de jî dibêje:
"Niha hûrgilî û aliyên dawî yên peymanê tên gotûbêjkirin û dê di demeke nêzîk de werin eşkerekirin.
Wekî beşek ji gelek xalên din ên peymanê, dê Tengava Hurmizê were vekirin. Spas ji bo baldariya we ya li ser vê mijarê!"
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse