Hewlêr (Rûdaw) - Şeva borî çekdarekî li nêzîkî Koşka Spî dest bi gulebaranê kir û paşê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat kuştin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump dema bûyerê li hundirê Koşka Spî bû û li ser peymaneke li gel Îranê dixebitî lê hat ragihandin ku ew silamet e.
Hêzên ewlehiyê bersiv da
Berpirsê Pêwendiyan ê Dezgeha Nihînî ya Amerîkayê (Secret Service) Anthony Guglielmi bi daxuyaniyekê eşkere kir ku ev rûbirûbûn kêmek piştî saet 18:00an (bi dema Washingtonê) qewimiye.
Zilamekî li nêzîkî sînorê ewlehiyê yê Koşka Spî çekek ji çanteyê xwe derxistiye û gule berdan.
Polîsên Dezgeha Nihînî rasterast bersiv daye û êrişkar birîndar kiriye. Êrişkarê ku veguhastin nexweşxaneyê li wir mir.
Li gorî agahiyan, di dema bûyerê de fîşekek li rêwiyekî jî ketiye lê derbarê rewşa wî ya tenduristiyê de hûrgilî nehatine dayîn.
"Me got qey fîşekên hewayî ne"
Geştiyarê Kanadayî Reid Adrian ê ku li cihê bûyerê bû ji Ajansa Frans Pressê (AFP) re axivî û got:
"Me dengê 20 heta 25 guleyan bihîst. Me pêşî got qey fîşekên hewayî ne lê paşê xelkê dest bi revê kir."
Her wiha ji rojnamegerên ku di hewşa bakur a Koşka Spî de bûn hat xwestin ku xwe di jûra konferansên rojnamegeriyê de veşêrin.
Êrişkar berê jî hatibû girtin
Li gorî nûçeya CBS Newsê, navê êrişkar Nasir Best e û 21 salî ye. Ev ciwan ev 18 meh bûn ku li Washingtonê dima.
Nasir Best berê jî ji aliyê Dezgeha Nihînî ve hatibû naskirin.
Wî Tîrmeha 2025an jî xwestibû bi dizî bikeve Koşka Spî û polîsan ew girtibû.
Piştî wê bûyerê, ji ber pirsgirêkên derûnî ew şandibûn nexweşxaneyeke taybet a nexweşiyên derûnî.
Sêyemîn hewildana sûîqestê
Donald Trumpê 79 salî heta niha ji 3 hewildanên kuştinê filitiye.
Hevldana herî dawî 25ê Nîsana îsal bû ku çekdarekî li hoteleke ku Trump lê dima êrişî xaleke kontrolê kiribû.
Her wiha Tîrmeha 2024an jî li eyaleta Pensîlvanyayê di dema kampanyay hilbijartinê de gule li Trump ketibû û ew bi sivikî birîndar bûbû.
Trump berê ragihandibû ku wî holeke mezin a merasîman bi 400 milyon dolarî daye çêkirin ku binê wê 6 qat di bin erdê de ye da ku canê xwe ji êrişên wekî yên dronan biparêze.
Niha Komarî li Kongreyê daxwaz dikin ku dawî li tundiya siyasî were anîn û spasiya Dezgeha Nihînî dikin ku Serok parastiye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse