Gumanbarê reviyayî yê doza Gulistan Dokuyê li Amerîkayê tê darizandin

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Umut Altaş Gulistan Doku Amerîka Darizandin Radestkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Umut Altaşê ku di lêpirsîna Gulistan Dokuyê de wekî gumanbarê reviyayî derheqê wî de “bultena sor” hatibû derxistin, li Amerîkayê derdikeve pêşberî dadger.

Gulistan Doku ji sala 2020î ve li Dêrsimê winda ye.

Tê çaverêkirin ku Umut Altaşê ku li New Yorkê hatibû girtin, 26ê Gulanê li Dadgeha Herêma Başûr a New Yorkê cara pêşîn îfadeyê bide.

Li gorî agahiyên rayedarên Amerîkî, gumanbar dê ji Federal Plazaya li Manhattanê bibin Navenda Çavdêriyê ya Saziya Koç û Gumrukê (ICE).

Piştî vê rûniştinê, tê plankirin ku karên hiqûqî yên ji bo radestkirina wî ya bo Tirkiyeyê bi lez werin kirin.

Hevdîtinên ji bo radestkirina wî didomin

Di danişînê de dê ji Umut Altaş bipirsin ka ew radestkirina ji bo Tirkiyeyê qebûl dike yan na.

Tê texmînkirin ku gumanbar dê vê daxwazê qebûl bike.

Ji ber hewildanên Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê, têkiliyên her du welatan ên li ser vê dozê, ji ya asayî bileztir dimeşin.

Biryara dadgehê dê diyar bike ka Altaş dê kengî radestî Tirkiyeyê bê kirin.

Li Amerîkayê ji ber sûcên cuda jî tê darizandin

Derket holê ku Umut Altaş li Amerîkayê jî ji ber gelek sûcên cuda tê darizandin.

Ji 1ê Kanûna 2025an ve bi tawanên wekî "li ber xwe dana dema girtinê", "bikaranîna nasnameya sexte", "birîndarkirina qestî", "astengkirina karê dewletê" û "tacîza fîzîkî" doz lê hatiye vekirin.

Pêvajoya vê dozê li New Yorkê berdewam dike û hat zanîn ku Altaş dê di 10ê Hezîrana 2026an de ji bo van tawanan careke din derkeve pêşberî dadger.

Heta niha di lêpirsîna windabûna Gulistan Dokuyê de 15 gumanbar hatine desteserkirin; ji wan 12 kes hatine girtin û 3 kes jî bi şertê "kontrola edlî" hatine berdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst