Amerîka û Îran nêzîkî peymanê dibin: Pêşnûmeyeke ji 14 xalan tê amadekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Îranê ragihand ku Tehran û Washington dixwazin bi navbeynkariya Pakistanê pêşnûmeyeke lihevkirinê ya ji bo rawestandina şerê li hemû eniyan temam bikin.

Di heman demê de Serokê Amerîkayê Donald Trump got, "Em gelekî nêzîkî îmzekirina peymanê ne."

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî di hevpeyvîneke xwe ya Ajansa Îrnayê (IRNA) de daxuyanî dan.

Îsmaîl Beqayî diyar kir ku bihevguhertina nameyan a di navbera Îran û Amerîkayê de didome.

Beqayî da zanîn ku Pakistan jî wekî "tewera navendî ya dan û standinan" rola sereke dilîze.

Pêşnûmeya ji 14 xalan

Beqayî destnîşan kir ku ew niha di qonaxa pêdaçûn û temamkirina pêşnûmeyeke ji 14 xalan de ne.

Li gorî daxuyaniya Beqayî, xalên sereke yên pêşnûmeyê ev in: Rawestandina şer a li hemû eniyan (bi taybetî li Libnanê), bidawîkirina dorpêçên deryayî yên Amerîkayê û serbestberdana pereyên Îranê yên astengkirî.

“Têkiliya Tengava Hurmizê bi Amerîkayê re tune”

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê diyar kir ku ew dê di vê qonaxê de qet behsa dosyeya nukleerî nekin û got:

"Karê me yê sereke tenê rawestandina êrişan e. Dosyeya nukleerê ji bo şer kirine hincet lê heta ku lihevkirin neyê îmzekirin em dê niha behsa wê nekin."

Îsmaîl Beqayî li ser ewlehiya deryayî û Tengava Hurmizê jî axivî.

Beqayî diyar kir ku têkiliya wê navçeyê bi Amerîkayê re tune û tenê Îran û Uman wekî du dewletên beravê berpirsên parastina wê ne.

Wî her wiha anî zimên ku aloziyên li wê herêmê encama "reftarên tund ên Amerîka û Îsraîlê ne."

"Em gelekî nêzîkî bidawîkirina şer in"

Li aliyê din, Serokê Amerîkayê Donald Trump di hevpeyvîneke xwe ya bi kanala CBSyê re li ser gihîştina peymanê geşbîniya xwe nîşan da û got:

"Dan û standinên me dê bi encam bibin û em gelekî nêzîkî bidawîkirina şer bûne."

Lê Trump hişyarî jî da û got, "Ez dê tenê wê demê peymanê îmze bikim ku em hemû tiştên dixwazin bi dest bixin.

Divê peyman bi temamî rê li ber wê yekê bigire ku Îran bibe xwediya çeka nukleerî, eger wisa nebe min dê qet behsa peymanê nekira."

Tehranê pêşniyar kiriye ku piştî îmzekirina vê pêşnûmeyê û rawestandina şer, di nava 30 heta 60 rojî de li ser mijarên din ên nakok gotûbêj bên kirin.