Donald Trump: Dan û standinên bi Îranê re bi awayekî avaker didomin
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku pêvajoya dan û standinan a bi Îranê re didome.
Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hesabê xwe yê medyaya civakî pêvajoya dîplomatîk a di navbera Amerîka û Îranê de nirxand û got:
"Dan û standin bi awayekî birêkûpêk û avaker didomin. Min ji nûnerên xwe re got ku ji bo peymanê lezê nekin çimkî dem di berjewendiya me de ye."
"Çekên nukleer dê werin qedexekirin"
Trump destnîşan kir ku peymana ku niha li ser tê axaftin, dê bi awayekî teqez rê li ber Îranê bigire ku bibe xwediyê çekên nukleer.
Dorpêça deryayî didome
Trump diyar kir ku heta peymanek were îmzekirin dê dorpêça deryayî ya Amerîkayê ya li ser bendergehên Îranê berdewam bike û anî zimên:
"Divê her du alî jî lezê nekin û karê xwe rast bikin. Divê ti xeletî neyên kirin."
Serokê Amerîkayê ragihand ku pêwendiyên Amerîkayê yên bi Îranê re "gelekî profesyoneltir" û "berhemder" in lê divê Îran fêhm bike ku nikare çekên nukleer çêbike.
Trump ji bo dîplomasiya Amerîka û Îranê spasiya welatên herêmê kir û destnîşan kir ku dibe ku hinek welatên din jî tevlî Peymanên Îbrahîm bibin û got:
"Kî dizane, belkî Komara Îslamî ya Îranê jî bixwaze tevlî vê peymanê bibe."
Serokê Amerîkayê doh jî li ser vê mijarê daxuyaniyek dabû û eşkere kiribû ku wan li ser peymaneke "bi qebareyeke mezin" dan û standin kirine û gotibû:
"Hûrgiliyên dawî yên peymanê niha tên nîqaşkirin û dê di demeke nêzîk de werin ragihandin."