Ew ala ku Amerîka li ser Hîvê danîbû çi lê hat?

24-06-2014
RÛDAW
A+ A-

Di çarçoveya projeya bi navê “Apollo 11” de ew ala Amerîka ku li ser Hîvê danîbû, çi lê hat?

“Apollo 11” bû mijara fîlman ji ber ev yekem firrîna bo ser Hîvê bû. Esmangerên (astronot) mîna Neil Armstrong û Buzz Aldrin roja 20ê Tîrmeha sala 1969 saet 20:18 li ser rûberê Hîvê daketin û piştî 6 saetan lingên xwe danîn ser rûyê Hîvê.

Neil Armstorng yekem kes bû ku lingê xwe li ser Hîvê danî piştî demeke kurt Buzz Aldin jî lingê xwe danî ser rûçkê Hîvê.

Nêzîkî 2,5 saetan dema xwe bo wênekişandinê û komkirina mînakan li ser Hîvê derbas kirin. Hedefa wan ew bû ku ala Amerîkayê li ser Hîvê daçikînin. Ala hatibû danîn lê gelo ew ala çi lê hat?

Ew ala ne alayek normal bû, ji ber ku diviya ew ala li gorî şert û mercên Hîvê were çêkirin. Şîrketa Amerîkî ya herî kevin a bi navê Annin ew ala bi 5 dolaran çêkiribû. Li ser Hîvê atmosfer nebû pewîst bû ew ala xweşik were dîtinji ber vê yekê ser alayê darikek danîbûn ji bo ku saxlem be.

Ala çawa danîn ser Hîvê?

Gorî ragîhandina Buzz Aldrin, di dema danîna alayê de hindek zehmetî hatin kişandin. Wek mînak, ji bo ku ala xweşik bisekine her tiştê wê darikê nehatiye eşkerekirin.

Hindek kesên gotine, ew hejîna li ser alayê çêbûye ji ber vê darikê ye. Esmangeran jî bo pirsgirêka atmosferê ala bi qasî 20 cm xistibûn binê erdê.

Ew ala ne li cihê xwe ye

Dema hemû karên wan li ser Hîvê xelas bû rêwîtiya ji bo Erdê dest pêkir. Gorî ragihandina Algrin “hejîna alayê ji ber egzozê bû ji ber vê yekê ala ji cihê xwe firrya bû”. Birastî ew lêkolînên ku piştî wan astronotan hatine kirin nîşan didin ew ala Apollo 11 danîbû ser Hîvê, ne li cihê xwe ye.

Eger ala li cîhê xwe buya ewê çawa bûya?

Eger Ala li cihê xwe bûya jî, ew tîrêjên “ultravîyole” yên bêparêzvan dê rengê wê spî bikira û birrizanda.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst