Li peravên Qibrisê 45 koçberên Sûrî hatin rizgarkirin

24-06-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Polîsên Qibrisî 45 koçberên Sûrî ji 2 beleman rizgar kirin.

Di her du beleman de 29 zilam, 5 jin û 11 zarok hebûn, ji ber pêleke deryayî kontrola xwe winda kiribûn û ji peravên bajarokê Cape Greco nêzîk bibûn.

Polîsên Qibrisî herwiha ragihand ku hemû koçberên hatine rizgarkirin ji bo navendeke koçberan a li Lefkoşeyê hatine şandin.

2 ji wan koçberan bi tohmeta qaçaxçîtiyê hatine girtin.

Li gorî polîsan herdu belem ji Sûriyê derketine.

Berpirsên Qibrisê dibêjin, pêla koçberan ber bi wî welatî ve gelekî zêde bûye. Di 5 mehên destpêkê yên îsal de, hejmara koçberên ku gihîştine Qibrisê, li gorî sala 2022an %60 zêde bûye, piraniya beleman ji Tertûsa Sûriyê derketine.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst