Macron nerazîbûna xwe li dijî operasyoneke muhtemel li Rojavayê Kurdistanê nîşan da

Hewlêr (Rûdaw) - Hat diyarkirin ku serokkomarên Fransa û Îranê peywendiyeke telefonî encam dan û behsa çend mijaran weke rêkeftina etomî û egera operasyoneke Tirkiyê li Sûriyê kirin. Hat ragihandin ku Emmnauel Macron ji Reîsî re gotiye, Paris piştevaniya helwêsta Tehranê ya derbarê egera encamdana operasyonekê ji aliyê hinek welatên navçeyê ve li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê dike.

Medyaya Îranê belav kiriye ku di peywendiya telefonî de, Ibrahîm Reîsî ji Macron re gotiye, derketina biryarekê li dijî Îranê, rêkareke aloztirkirina krîzê bû û armanca wê dorpêça zêdetir ya gelê Îranê bû, herweha baweriya siyasî di navbera her du aliyan de hejand.

Reîsî her wiha gotiye, dorpêça Amerîka ziyanê bi aboriya cîhanê û Ewropayê digihîne, heger ne ji rola Îranê ya li navçeyê bûya dê DAIŞê dewleta xwe li Ewropayê ragihandiba.

Serokkomarê Îranê amaje bi wê yekê daye ku Îran dibîne gihîştina rêkeftinê girêdayî çareserkirina tevahiya dosyeyên daleqandî ye û pêwîst e soz bêne dayîn ku aliyên din pabendî rêkeftinê bibin.

Li aliyê din, Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ragihandiye, zindîkirina rêkeftina etomî heya niha pêkan e lê bi mercê ku di demeke herî zû de bê kirin.

Macron xembariya xwe ragihandiye ku di dema çend mehên borî de ti pêşketinek çênebûye.

Li gor zanyariyan, Emmnauel Macron ji Reîsî re gotiye, Paris piştevaniya helwêsta Tehranê ya derbarê egera encamdana operasyonekê ji aliyê hinek welatên navçeyê ve li Sûriyê, dike.