PARÎS - Barrack, Şeybanî û Barrot dê li ser paşeroja Sûriyeyê bicivin

Hewlêr (Rûdaw) - Çavkaniyeke pilebilind a dîplomatîk a Fransayê ji Rûdawê re ragihand ku Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot dê sibe bi Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Esed Şeybanî û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack re bicive.

Medyaya nêzîkî Rêveberiya Xweser ragihandibû ku Fermandarê HSDyê Mezlûm Ebdî ji bo dan û standinan çûye Parîsê da ku li gel şandeya Şamê û bi amadebûna nûnerê Amerîkayê li ser tevlîkirina HSDyê di nav Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê de gotûbêjan bike.

Rûdawê li ser van gotegotan ji çavkaniyê pirsî lê wî ev yek ne piştrast kir û ne jî red kir.

Civîn li Parîsê ye

Çavkaniyê ji Parîsê ji Rûdawê re got, “Nûnerê Taybet ê Amerîkayê Tom Barrack îro û sibe li Parîsê ye.

Sibe Wezîrê Karên Derve (Jean-Noel Barrot) dê bi wî û Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî re bicive da ku bipêşketinên dawî yên Sûriyeyê gotûbêj bikin."

Berpirsekî Rêveberiya Xweser ji medyayê re gotibû ku roja çarşemê Mezlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkîliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed gihiştine Parîsê da ku bi serpereştiya Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron li ser rêkeftineke ji bo tevlîkirina HSD û saziyên Rêveberiya Xweser ji bo nav hikûmeta Şamê dan û standinan bikin.

Piştre medyaya nêzîkî Rêveberiya Xweser ragihand ku civîna Parîsê hatiye bipaşxistin bêyî ku sedema wê eşkere bike.

"Çekdanîn xeta sor e"

Ev di demekê de ye ku Hikûmeta Sûriyeyê îro ragihand ku ew razî nabin çek di destê HSDyê de bimîne, piştî ku HSDyê gotibû ku "çekdanîn xeta sor e."

"Hêzeke leşkerî ya serbixwe nayê qebûlkirin"

Çavkaniyeke Hikûmeta Sûriyeyê ji medyaya wî welatî re ragihand, "Axaftina li ser redkirina radestkirina çekan an jî mana hêzeke leşkerî ya serbixwe, bi ti awayî nayê qebûlkirin."

Li gorî çavkaniyê, helwesteke bi vî rengî "berevajî bingehên yekxistina artêşa niştimanî û wê rêkeftinê ye ku meha Adarê di navbera Ehmed Şer û Mezlûm Ebdî de hatibû îmzekirin."

Adara îsal, Serokkomarê qonaxa veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şer û Mezlûm Ebdî li Şamê peymanek ji bo tevlîkirina hêz û saziyên Rêveberiya Xweser di nav Hikûmeta Sûriyeyê de îmze kiribûn.

Tevî ku ji wê demê ve çend gerên dan û standinan hatine kirin, ti pêşketineke berbiçav bi dest neketiye.

Berdevkê HSDyê Ferhad Şamî roja çarşemê gotibû, “Kes li Sûriyeyê xwe radest nake. Yên ku behîsê li ser teslîmbûna me dikin, dê têk biçin.”

Civîna Sûriye û Îsraîlê li Parîsê

Çavkaniyeke din a dîplomatîk a pilebilind ji Ajansa France-Presse re ragihandibû ku îro Şeybanî dê bi wezîrekî Îsraîlê re li Parîsê bicive da ku aloziyên dawî yên li parêzgeha Siwêdayê ya bi piranî Durzî ya li başûrê Sûriyeyê gotûbêj bikin ku Îsraîlê jî destwerdana leşkerî tê de kiribû.

Ew gotûbêja ku bi navbeynkariya Amerîkayê tê kirin, dibe yekem civîna wezîrên Îsraîl û hikûmeta nû ya Sûriyeyê.

Her du welat ji sala 1948an ve di şer de ne û Îsraîlê ji sala 1967an ve Girên Golanê yên Sûriyeyê dagir kiriye.

Wî dîplomatî amaje bi wê yekê kir "Îro li Parîsê civîneke ewlehiyê ya Îsraîlî û Sûriyeyî tê kirin û Tom Barrack navbeynkariyê jê re dike."

Li gorî çavkaniyê, Şeybanî û Wezîrê Karên Stratejîk ê Îsraîlê Ron Dermer dê "mijara başûrê Sûriyeyê" gotûbêj bikin.