Gefên Trump û peyamên Moskowê: Çarenivîsa Ukraynayê rojev e
Moskow (Rûdaw) - Nakokiya Moskow û Washingtonê ya li ser Ukraynayê kûrtir dibe.
Moskow û Washington peyamên dijber didin û pêvajoya dan û standinan aloztir dibe.
Donald Trump du hefte mohletê dide lê Rûsya eşkere dike ku Serokê Ukraynayê pêşniyarên Amerîkayê red kirine.
Lavrov: Zelenskyy pêşniyar red kirin lê Putin amade ye
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy hemû pêşniyarên Serokê Amerîkayê Donald Trump red kirine.
Lavrov got, her çend Rûsya amade bû li ser hin xalan nerm be jî, Zelenskyy li Washingtonê li dijî çareseriyê derketiye.
Ev daxuyanî di demekê de hat ku medyaya Amerîkayê îdia dike dan û standin ji ber helwesta tund a Lavrov têk çûne. Lavrov van îdiayan red dike û tekez dike ku Serok Putn ji bo hevdîtina bi Zelensky re amade ye, lê ji bo vê yekê divê hin merc pêk werin û ev jî dem dixwaze.
Dîplomatên Rûs: Danûstandin têk neçûne, prensîba me ewlehî ye
Dîplomatê Rûs Aleksandr Kramarenko got, "Nabe bê gotin ku dan û standin têk çûne.
Lavrov tenê prensîba me ya sereke anî zimên. Ew jî ew e ku divê garantiya ewlehiya Rûsyayê were dayîn.
Ev prensîbeke ku ji aliyê Kîev, Ewropa û heta Amerîkayê tê paşguhkirin."
Parlamenterê Dumayê Mikhail Delyagin jî li ser pêvajoyê geşbîn e û got,"Divê em guh nedin daxuyaniyên medyayê.
Beşa sereke ya dan û standinan bi dizî tê kirin û her tişt baş diçe.
Leza me nîne, bila yên ku bi lez in bilezînin. Niha dem di berjewendiya me de ye."
Trump: Du hefte mohlet heye, eger na...
Li aliyê din, Serokê Amerîkayê piştî lûtkeya li Koşka Spî ragihandibû ku amadehiyên ji bo hevdîtina Putin û Zelensky dest pê kirine.
Trump di daxuyaniya xwe ya dawî de, gef li her du aliyan xwar û got, eger di nava du hefteyan de serokên Rûsya û Ukraynayê necivin, ew dê "biryareke pir girîng" bide.
Serokê Amerîkayê her wiha got, "Ew biryar dikare cezayên mezin, bacên giran, an jî her du bi hev re bin. Lê dibe ku em tiştekî jî nekin."