Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê diçe Îranê

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê (IAEA) Rafael Grossi ragihand ku tîmeke Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê diçe Îranê.

Armanca çûne tîma Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê ew e ku Tehran û welatên Ewropayê li hev bikin ku rê li ber vegerandina dorpêçên navneteweyî bigirin.

Wezîrên Karên Derve yên Îranê û nûnerên sê welatên Ewropayê piştî civîna li New Yorkê li hev kir ku dan û standinên xwe bidomînin da ku rê li ber çalakkirina pêvajoya bi navê "Snapback"ê bê girtin.

Divê wre gotin ku Rêberê Dînî yê Îranê Elî Xamineyî, êvara sêşemê pêkanîna dan û standinan a li gel Amerîkayê red kiribû.

Rafael Grossi da zanîn ku tîmeke Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê diçe Îranê û li gorî îradeya siyasî ya Îranê derfet heye heye ku karê çavdêriyê dest pê  bike.

Dem kêm dibe

Hatiye plankirin ku dorpêçên li dijî Îranê êvara şemiyê dest pê bikin û dem ber bi dawîbûnê ve diçe.

Lê Grossi got ku hîn jî gotûbêjên berfireh di navbera wî, Îran, hêzên Ewropayê û Amerîkayê de didomin da ku çareseriyek were dîtin.

Medyaya Îranê jî ragihand ku Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî cara duyemîn li New Yorkê li gel Grossi civiya.