NEW YORK - Erdogan û karsazê Kurd Hamdî Ulukaya civiyan
Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û karsazê Kurd Hamdî Ulukaya ku Serokê Konseya Kar a Amerîka û Tirkiyeyê ye li New Yorkê civiyan.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ku di çarçoveya 80yemîn Civîna Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de li bajarê New Yorkê yê Amerîkayê ye, civîn û pêwendiyên xwe yên li gel serok û berpirsên welatan û nûnerên karsazan didomîne.
Erdogan li gel karsazê Kurd Hamdî Ulukaya ku Serokê Konseya Kar a Amerîka û Tirkiyeyê ye, endamên konseyê û hejmareke berpirs û nûnerên kompanyayên Amerîkî civiya.
Di civînê de Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî Alparslan Bayraktar, Wezîrê Xezîne û Darayiyê Mehmet Şîmşek, Wezîrê Tenduristiyê Kemal Memîşoglu, Wezîrê Teknolojî û Pîşesaziyê Mehmet Fatîh Kacir û çend berpirsên din ên Tirkiyeyê jî amade bûn.
Hamdî Ulukaya damezirîner û CEOyê Chobani Yoghurtê ye ku yek ji “10 Kompanyayên Herî Nûjenxwaz” ên herî zêde di van 10 salên dawî de li Amerîkayê mezin bûye ye.
Ulukaya sala 1972yan li navçeya Îliçê ya Erzingana Bakurê Kurdistanê ji dayîk bû.
Piştî ku li Zanîngeha Enqereyê ji beşa siyasetê der çû sala 1994an ji bo xwendina zimanê Îngilîzî çû Amrîkayê.
Li ser şîreta bavê xwe, wî sala 2002yan kargeheke biçûk a penîr damezirand.
Serkeftina wî ya mezin a bi wê yekê hat ku wî sala 2005an li New Yorkê kargeheke li ber girtinê kirî.
Bêyî ku xwedî ezmûn be, wî împaratoriyeke mast ava kir ku li çend eyaletên Amerîkayê şaxên Chobani Yoghurtê hene.
Ulukaya bi îmzeya “The Giving Pledge (Soza Dayînê)” beşeke mezin a ji serweta xwe ji bo çareseriya krîza penaberan a cîhanê terxan kir û “Tent Foundation (Weqfa Konan)” damezirand da ku ji koçberên li çaraliyê cîhanê re çareseriyên baştir peyda bike.
Ulukaya her wiha sala 2017an ji ber şêwaza xwe ya cuda ya serokatiyê ya li cîhana karsaziyê û xebatên xwe yên li ser krîza penaberan di lîsteya “TIME 100” de cih girt.
Karsazê Kurd Hamdî Ulukaya niha li bajarê New Yorkê yê Amerîkayê dijî.
Karsazê navdar ê Kurd herî dawî ligel tîma mezin a Fenerbahçeyê peymanek îmze kir û ragihand ku ew li ser navê stadyumê û sponsoriya formayên maçên li Ewropayê bûye sponsorê wê tîmê.