Macron bi Erdogan û Ehmed Şer re civiya
Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di hevdîtina xwe ya bi Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re diyar kir ku diyaloga bi Fransayê re ji bo Tirkiyeyê girîng e û ew dê xebatên xwe yên ji bo bi pêşxistina hevkariyê di gelek waran de, di serî de bazirganî, enerjî û pîşesaziya parastinê, bidomînin.
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macronê ku ji bo Civîna 80yemîn a Konseya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê ye bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer re civiya.
Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariya Tirkiyeyê derbarê hevdîtina Macron û Erdogan daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di hevdîtinê de pêwendiyên dualî yên Tirkiye û Fransayê û mijarên herêmî û cîhanî hatine gotûbêjkirin.
Erdogan di hevdîtina xwe ya bi Macron re de diyar kir ku diyaloga bi Fransayê re ji bo Tirkiyeyê girîng e û ew dê xebatên xwe yên ji bo bi pêşxistina hevkariyê di gelek waran de, di serî de bazirganî, enerjî û pîşesaziya parastinê, bidomînin.
Pêwendiyên bi Yekîtiya Ewropayê re
Erdogan tekezî li ser wê yekê kir ku Tirkiye ji bo vejandin û bipêşxistina pêwendiyên bi Yekîtiya Ewropayê re bi biryar e û anî ziman ku ji bo vê yekê divê demildest mekanîzmayên pêwîst werin xebitandin.
Serokkomarê Tirkiyeyê her wiha da zanîn ku Tirkiye ji bo aştiyeke dadmend û mayînde ya di navbera Rûsya û Ukraynayê de hewleke mezin dide û ew dixwazin dan û standinên ku li Stenbolê hatibûn kirin bi awayekî encamgir bi pêş bixin.
Çareseriya du dewletî
Erdogan, Macron ji ber biryara Fransayê ya naskirina Filistînê wekî dewlet pîroz kir û destnîşan kir ku ji bo çareseriya du dewletî, zêdekirina zexta navneteweyî ya li ser rêveberiya Netanyahu dikare encamê bide û di vê mijarê de girîng e ku pêwendiya di navbera Tirkiye û Fransayê de berdewam bike.
Erdogan û Macron li ser rewşa dawî ya Sûriyeyê, dijminatiya biyaniyan a ku li Ewropayê belav dibe û sûcên nefretê jî nêrînên xwe parve kirin.
Macron û Şer civiyan
Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şera li bajarê New Yorkê yê Amerîkayê bi Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re civiya.