Edward Nalbandian: 22 hezar panberên Sûrî li Ermenistanê dijîn

Navenda Nûçeyan - Wezîrê Derve yê Ermenistanê Edward Nalbandyan di civîna Deryaya Medîteraneyê de ragihand, ji destpêka pevçûnên Sûriyê û heta niha 22 hezar panberên Sûrî koçberî Ermenistanê bûne.

 

Edward Nalbendyan got, Ermenistanê mafê penaberî daye 22 herzar xelkên Sûriyê û bi vî awayî ,ew di nava welatên Ewropayê de dibin welatê sêyem ku herî zêde panaberên Sûrî wergirtine.

 

Berî ku şerê navxweyî li Sûriyê dest pê bike ,li seranserî Sûriyê 110 hezar Ermenî dijyan, ku 60 hezar Ermenî li bajarê Helebê û 7 hezar li Şamê û hejmarek din jî li bajarên weke Lazikqiyê,Keade û Qamişloyê dijyan.

 

Ji ber şerê navxweyî yê 6 sale li Sûriyê, heta niha 90 hezar Ermenî ji wî welatî derketine û berê xwe dane welatên din.

 

Herwiha di encama şerê navxweyî yê li Sûriyê, nêzîkî nîvê xelkê wî welatî koçberî welatên herêmî û Ewropayê bûne.