Li ser sînorî Polonya û Belarûsê rewşa koçberan xerab e

Hewlêr (Rûdaw) - Li ser sînorî Polonya û Belarûsê gelek koçberên Sûriyê dimînin, rewşa wan gelek xerab e, niha gelek koçber li ser sînor asê mane, ji ber ku Polonya rê nade ew derbasî axa wê bibe û Belarûs jî rê nade ku ew koçber careke din vegerin, ji ber wê yekê jî ew neçarin di nava daristandnan de bimînin.

Malbateke penaberên Sûriyê ku ji bav û dê û du zarokên 5 û 6 salî pêk tê,, çend roj e li ser sînorê navbera Belarûs û Polonya di nav daristanê de mane asê û ji ber serma û birçîbûnê rewşa wan gelekî xirab e. Xaça Sor a Navdewletî xwe gihandiye wan û bi hawara wan ve çûye. Ew nikarin derbasî Polonyayê bibin, herwiha rê bo wan nayê dayîn ku vegerin Belarûsê jî.

Ew nikarin derbasî Polonyayê bibin, herwiha rê bo wan nayê dan ku vegerin Bêlarûsê jî.

Malbata ku asê maye dibêjin, eger şer li Sûriyê neba, ew koçber nedibûn.

Penabera Sûrî Alaa Mesînî got: “Wan ji me re got divê hûn an mirinê yan Polonyayê hilbijêrin. Em çûn ser sînorê Polonyayê û me ji artêşa wê daxwaz kir alîkariya me bike û bihêle em derbas bibin, zarokên me birçî, nexweş û sar e, lê wan ji me re got vegerin Sûriyê. Eger me bizanîba rewş wiha ye em nedihatin, em dixwazin biçin Ewropayê daku kurê xwe çareser bikin, ji ber li Sûriyê şer heye.”

Polonyayê nêzîkî 6 hezar leşkerên xwe li vê navçeyê belav kirine û rê nade koçberan ji Belarûsê derbasî wir bibin, lewra ew neçarin vegerin Belarûsê. Elî yê 24 salî jî koçberekî xelkê Lubnanê ye, 5 -6 car e hewl dide ji Belarûsê derbasî Polonyayê bibe û xwe bighîne Almanyayê, lê dibêje leşkerên Belarûsê nahêlin ew vegerin Belarûsê lewra çar roj e ew li nav daristanê dimînin.

Elî yê 24 salî koçberekî xelkê Lubnanê ye, ev bûn 5-6 car ew hewl dide ji Belarûsê derbasî Polonyayê bibe û xwe bighîne Almanyayê, lê ew dibêje leşkerên Belarûsa rê nadin wan vegerin wî welatî lewra ev bûn 4 roja ew  li nava daristanan dimînin.

Koçberê Lubnanî Elî Ebdilwaris jî got: “Her car dema em tên ser sînorê Belarûsê, em ji wan re dibêjin, me vegerînin Minskê daku em vegerin Lubnanê. Ew ji me re dibêjin, tenê du bijarde li ber we hene, yan hûnê li vir bimrin an li Polonyayê bimrin. Min biryara xwe da û ez hatim vir, eger hûn naxwazin ez li vir bimînim li Belarûsê, min bişînin welatê min, ezê pereyên bilêta xwe bidim.”

Li gor Ajansa Sînor a Polonyayê, ji Tebaxa îsal ve heta niha artêşa wî welatî 16 hezar koçber li ser sînorê Belarûsê û Polonyayê vegerandine Belarûsê, 5 hezaran ji wan meha Cotmehê hewl dabûn derbas bibin. Li gor hikûmeta Polonyayê di meha Tebaxê de 4 koçber li navçeya sînorî ji ber sermayê canê xwe ji dest dabûn. 

Hefteya borî li navçeya sînorî ya navbera Polonya û Belarûsê, 4 koçberên Sûrî qeza kiribûn, du ji wan ji bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê bûn, yekî ji wan ku navê wî Ferhad e canê xwe ji dest dabû û yê din jî navê wî Xişman e û bi giranî birîndar bûbû, herwiha her du yên din jî bi sivikî birîndar bûbûn.