Kaja Kallas: Em bi sê peyaman bersiva Rûsya û Amerîkayê didin

Brukssel (Rûdaw) - Yekîtiya Ewropayê pakêteke nû ya cezayan li ser sektora aborî ya Rûsyayê sepand.

Serok û serkirdeyên 27 welatên endamên Yekîtiya Ewropayê di civîna xwe ya yekem a payizê de, bi lez û bi yekdengî li ser pakêta 19an a cezayan a li dijî Rûsyayê li hev kir.

“Armanc ew e ku Rûsya ji amûrên fînansekirina şer bêpar bimîne”

Armanca sereke ya vê pakêta nû lawazkirina sektora enerjiyê ya Rûsyayê ye.

Ji bo vê yekê, Yekîtiya Ewropayê zêdetirî 100 keştiyên neftê yên ku alîkariya Rûsyayê dikin, dixe lîsteya reş.

Her wiha, Yekîtiya Ewropayê qedexeya li ser hinardekirina gaza siruştî ya şil (LNG) ya Rûsyayê salekê pêş dixe.

Berpirsa Siyaseta Karên Derve ya Yekîtiya Ewropayê Kaja Kallas di konferanseke rojnamegeriyê de ku Rûdaw jî amade bû axivî.

Kaja Kallasê got, "Em pakêta 19an a cezayan pesend dikin ku çend xalên girîng ên derbarê enerjî û saziyên darayî de dihewîne.

Armanca me ya sereke ew e ku Rûsya ji wan amûrên ku ji bo fînansekirina vî şerî bi kar tîne, bêpar bimîne."

Berpirsa Yekîtiya Ewropayê her wiha da zanîn ku ew ji îşaretên Amerîkayê yên derbarê cezayan gelek kêfxweş in.

Kallasê her wiha got, "Em sê peyamên gelekî girîng dişînin. Ya yekem ji bo Ukraynayê ye ku em piştgiriya wan dikin da ku parastina xwe bikin.

Ya duyem ji bo Rûsyayê ye ku ew nikarin ji me zêdetir li ber xwe bidin û ya sêyem jî ji bo Amerîkayê ye, da ku em nîşan bidin ku em bi xwe jî gavên gelekî girîng diavêjin."

“Em dikarin hevkêşeya lîstikê biguherînin”

Di demekê de ku qeyrana darayî barekî giran xistiye ser welatên Ewropayê, ew neçar in ku bi milyonan dolaran alîkariya darayî û leşkerî ji bo Ukraynayê kom bikin.

Tevî vê yekê, lihevkirinek ji bo berdewamkirina piştgiriyan jî heye.

Serokwezîrê Fînlandiyayê Petteri Orpo teqezî li ser pêwîstiya dabînkirina pereyeke zêde ji bo Ukraynayê kir.

Petteri Orpo got: "Niha çareseriyeke me ya fîzîkî heye û divê em peyameke zelal bidin.

Pêwîst e komîsyon di pêşerojê de pêşniyazeke zelal amade bike da ku em karibin di salên pêşiya me de bi awayekî bihêz alîkariya darayî bidin Ukraynayê."

Orpo her wiha amaje bi cezayên li dijî Rûsyayê kir û got, "Bi van cezayan û fînansekirina bihêz a Ukraynayê bi hev re, em dikarin hevkêşeya lîstikê biguherînin."

Ji sala 2022yan heta par, welatên ku piştgiriya Ukraynayê dikin zêdetirî 310 milyar dolaran ji bo piştgiriya leşkerî, darayî û tenduristiyê di şerê Ukraynayê de xerc kirine.

Li gorî Wezîrê Parastinê yê Ukraynayê, lêçûna rojane ya şer nêzîkî 172 milyon dolarî ye.

Vê civîna lûtkeyê ducare kir ku tevî astengiyên aborî Yekîtiya Ewropayê pabend e bi domandina zextan li ser Rûsyayê û piştgirîkirina Ukraynayê.