Aloziya li asmanê Baltikê: Balafirên NATOyê ketin dewrê
Hewlêr (AA) - Serokkomarê Lîtwanyayê Gitanas Nauseda ragihand ku balafirên leşkerî yên Rûsyayê qada asmanî ya Lîtwanyayê bin pê kiriye.
Gitanas Nauseda li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir û got, "Îşev balafirên leşkerî yên Rûsyayê qada asmanî ya Lîtwanyayê bin pê kirin.
Ev yek binpêkirineke eşkere ya hiqûqa navneteweyî û yekparçeyiya axa Lîtwanyayê ye."
Nauseda teqez kir ku divê Ewropa amadehiya xwe ya parastina asmanî bihêz bike.
Serokkomarê Lîtwanyayê her wiha da zanîn ku Wezareta Karên Derve ya Lîtwanyayê dê nûnerên Balyozxaneya Rûsyayê ya li Vilniusê gazî bike.
Wezareta Parastinê ya Lîtwanyayê jî daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku balafireke Su-30 û balafireke sotemeniyê ya Il-78 a Rûsyayê 700 metre ketine nav qada asmanî ya Lîtwanyayê.
Li gorî daxuyaniyê balafir 18 saniyeyan li wir mane û paşê derketine.
Her wiha hat diyarkirin ku 2 balafirên şer ên Eurofighter Typhoon ên Spanyayê çûne cihê bûyerê û dewriyeya NATOyê pêk anîne.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Her santîmetreyeke Lîtwanyayê tê parastin û eger pêwîst be dê bê parastin.
Bûyerên qewimî careke din rastiya herêma me nîşan dan. Divê em şiyanên xwe yên parastinê bi berdewamî bihêz bikin."
Berê jî hatibû ragihandin ku balafir an jî dronên Rûsyayê qada asmanî ya Estonya, Polonya û Romanyayê jî bin pê kirine.
Almanya: Provokasyona Rûsyayê ye
Serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz, binpêkirina qada asmanî ya Lîtwanyayê ji aliyê balafirên Su-30 û Il-78 ên Rûsyayê ve wekî provokasyoneke din a Rûsyayê bi nav kir.
Merz piştî Lûtkeya Yekîtiya Ewropayê (YE) ya li Brukselê, di konferanseke rojnamegeriyê de axivî.
Friedrich Merz derbarê binpêkirina qada asmanî ya Lîtwanyayê got, "Ev binpêkirineke cidî ya qada asmanî ye.
Binpêkirineke ku ne bi tesadufî pêk hatiye û îro jî ne bi tesadufî ye. Ev provokasyoneke din a Rûsyayê ye li dijî tevahiya Yekîtiya Ewropayê."
Serokwezîrê Almanyayê her wiha da zanîn ku ew dê vê mijarê bi Wezîrê Parastinê Boris Pistorius re jî gotûbêj bikin û got, "Ez texmîn dikim ku Konseya NATOyê jî dê vê mijarê binirxîne."
Pêşniyara Zelenskyy ya ji bo binesaziya enerjiyê
Merz eşkere kir ku Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy pêşniyarek pêşkêşî wî kiriye.
Merz eşkere kir ku ku Zelenskyy xwestiye bi bikaranîna teknolojiyên Almanyayê, binesaziya enerjiyê ya welatê xwe di zivistanê de ewle bike.