Kremlîn: Deriyê lûtkeya Putin-Trump hîn vekiriye

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov ragihand ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokê Amerîkayê Donald Trump îhtimala lûtkeyeke paşerojê red nekiriye.

Dmitry Peskov li Moskowê di konferanseke rojnamegeriyê de axivî. Peskov da zanîn ku ev têgihiştin li ser bingeha daxuyaniyên wan ên dawî yên giştî ye.

Peskov got, "Belê, Serok Trump diyar kir ku wî niha dev ji fikra organîzekirina lûtkeyekê berdaye lêbelê wî di du rojên borî de gelek caran anî zimên ku ew îhtimala lidarxistina lûtkeyeke wiha di paşerojê de red nake."

Berdevkê Kremlînê eşkere kir ku ji ber ku ti dîrok û hûrgiliyên taybet nehatine diyarkirin, ne rast e ku bê gotin tiştekî hatiye sabotekirin.

Peskov di berdewamiyê jî de got, "Ne Trump û ne jî Putin naxwazin wextê xwe winda bikin; niyeta wan nîne ku tenê ji bo hevdîtinê li hev bicivin."

Dmitry Peskov teqez kir ku ji bo ku hevdîtina lîderan berhemdar be, divê pêşî karê amadehiyê di asta wezaretan de bê temamkirin.

Li gorî gotina Berdevkê Kremlînê bi taybetî divê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio li ser hûrgiliyan kar bikin.

“Kîev naxwaze pêvajoya dan û standinan lez bike”

Dmitry Peskov derbarê têkiliyên bi Ukraynayê re jî axivî.

Peskov rewşa niha ya dan û standinan wekî "rawestaneke dirêj" bi nav kir û sedema wê bi "nexwestina Kîevê ya ji bo lezkirina pêvajoya dan û standinan" ve girê da.

Berdevkê Kremlînê teqez kir ku "ev nexwestina Kîevê ya ji bo lezkirina dan û standinên aştiyê" di serî de ji aliyê "çavdêrên Ewropî" yên Ukraynayê ve tê teşwîqkirin.

Dmitry Peskov derbarê cezayên nû yên Yekîtiya Ewropayê jî axivî û got ku Rûsya dê li gorî berjewendiyên xwe yên neteweyî bersivê bide.

Berdevkê Kremlînê got, "Niha, em cezayên hatine ragihandin analîz dikin.

Bê guman, em dê bi awayê ku herî baş xizmeta berjewendiyên me dike tevbigerin. Ev yek li ser fokusa sereke ya kiryarên me dimîne."