Navena Nûçeyan- Hat îdiakirin ku hêzên taybet ên Birîtanyayê li Iraqê, bi şevan êrişê çekdarên DAIŞê dikin û heta niha jî 200 çekdar ji wan kuştine.
Jêderekî ji Wezareta Parastîna Birîtanyayê ji rojnameya Mail on Sundayê re ragihand ku komandoyên SASê ku yekîneyek taybet a Artêşa Brîtanya ye, li Iraqê êrişî çekdarên DAIŞê dike.
Li gorî nûçeya rojnameyê, ji beriya niha komandoyên SASê ji bo ku cihê çekdarê DAIŞê yê bi navê “Johnê Cîhadî” tê nasîn diyar bikin hatibûn şandin, yê ku ji înfazkirina rehîneyên amerîkî û îngilîz berpisyar e.
Hat gotin ku balafirên bêbalafirvan ên Hêzên Asmanî yên Birîtanyayê li herêmê cihê çekdarên DAIŞê diyar dikin û paşê jî komandoyên SASê bi helîkopterên cureyê wan “chinook” nêzîkê hedefên DAIŞê dibin.
Li gorî Mail on Sundayê, komandoyên ku nêzîkî hedefên DAIŞê bûyîn bi wesayîtên cureya wan ATV û bi çekên giran êrişê çekdarên DAIŞê kirine û paşê jî ji cihê bûyerê bi awayekê ewle dûr ketine.
Çavkaniyên leşkerî diyar kirin ku her şev nêzîkê 8 çekdarên DAIŞê dikujin û di meha dawiyê de jî dorê 200 çekdar kuştine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse