Dusseldorf (Rûdaw) - Serokwezîrê Brîtanyayê David Cameron roja duşemê li pêş parlementoya welatê xwe diyar kir, ew dixwaze di nava 10 salên pêş de 17 milyar Euro ji bo nûjenkirin û bihêzkirina artêşa brîtanî mesref bike.
Ji bo lêdana DAIŞê li Sûriyê jî, David Cameron daxwaza arîkariyê ji parlementoyê kir. Li gor medyaya brîtanî, dibe ku beriya sersalê ev daxwaza Cameron li parlementoyê bikeve dengdanê.
Cameron li pêş parlementoyê diyar kir ku welatên rojavayî êdî bi du metirsiyan re rûbirû ne û divê li hemberî herdu metirsiyan bê sekinandin: Li aliyekî terorîzm û li aliyê din artêşên welatan.
Mebesta Cameron ji artêşên welatan, artêşa rûsî ye.
Cameron diyar kir ku di çarçoveya stratejiya nû ya parastin û ewlekariyê de, heta sala 2025ê dê du yekîneyên 5000 kesî yên hêzên bilez bên avakirin. Ew hêz wê bi taybetî li dijî metirsiyên ji terorîzmê û wê bikaribin li seranserê cîhanê bên bikaranîn.
Herwiha dê 24 balafirên nû yên şer li ser du keştiyên şer ên plankirî bên bicîhkirin. Ev yek wê di nava 10 salên pêş de pêk were. Wekî din firokeyên nû yên keşfê jî wê bên kirrîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse