Navenda Nûçeyan – Parlamentoya Nemsayê pêşnûmeya danîna ambargoya firotina çekan bi Tirkiyê pesend kir.
Hemû partiyên siyasî yên li Parlementoya Nemsayê (Awusturyayê) pêşnûmeya derbarê danîna ambargoya çekan li ser Tirkiyê qebûl kirin.
Parlamentera Partiya Kesk a Nemsayê Berîvan Aslan li ser hesaba xwe ya di tora civakî ya Twitterê de ev biryar aşkere kir.
Berîvan Aslan ragihand, ku 6 partiyên di nava Parlamentoya Nemsayê de, derbarê danîna ambargoya çekan li ser Tirkiyê, biryareke hevbeş dan.
Li gorî agahiyan, her 6 partiyên DPT, OVP, FPO, Partiya Kesk, Neos û Team Stronach ên nemsayî bi hev re pêşnûmeya danîna ambargoya çekan biribûn parlamentoya wî welatî.
Li gorî vê pêşnûmeyê, Nemsa rê li firotin û hinardekirina çekan bo Tirkiyê digire.
Bi qebûlkirina vê pêşnûmeyê, Nemsa dibe yekemîn welat ku ambargoya çekan datîne ser Tirkiyê.
Bugün Avusturya Parlamentosunda "Türkiye'ye Silah Ambargosu" kararnamesi OY BIRLIĞI ile geçti!#Avusturya #AKP #AB #Avrupa #SilahAmbargosu pic.twitter.com/A8tuSM11xL
— Berîvan Aslan (@Berivan_Aslan_) 24 Kasım 2016
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse