Rûdaw – AFP
Li Fîlîpînê agir bi bazara bajarê Davawî ket û û di encamê de çarenûsa 37 kesan nediyar e.
Serokatiya Şaredariya bajarê Davao li başûrê Fîlîpînê ragihandiye, agir bi embareke taybet bi kelûpelan ku li qata sêyem a bazarê bû, ket û piştre derbasî çend qatên din ên avahiya bazarê bû.
Li gorî serokatiya şaredariya Davao, di encama agirketinê de zirareke mezin a darayî çê bû û herwiha çarenûsa 37 kesan jî hîj nayê zanîn û ew kes winda ne.
Serokatiya şaredariya davao diayr kiriye, ku li gorî texmînên wan êdî derfeta rizgarbûna wan kesan nemaye.
Piştî bûyerê, Serokê Fîlîpînê û Sara ya keça wî ku seroka şaredariya Davao ye, serdana cihên bûyerê kirin û bi mabat û xizmên kesên windayî re hevdîtin kirin.
Berpirsên fîlîpînî ragihandine, ku derbarê sedema agirberbûnê de lêkolîn dane destpêkirin, lê belê hêj sedemên bûyerê nehatiye zanîn.
Nivîsîn: Sîna Soma