Biryara vekişandina leşkerên Amerîkayê ji Sûriyê hat îmzekirin
Navenda Nûçeyan – Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê James Mattis biryarnameya li ser vekişandina leşkerên Amerîkayê ji Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê îmze kir. Di biryarnameyê de hatiye diyarkirin ku vekişîn piştî çend hefteyan dê dest pê bike û çend hefte berdewam bibe.
Li gor zanyariyên televîzyona CNNê ku ji du rayedarên ji Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê bi dest xistine, James Mattis biryarnameya vekişandina leşkerên Amerîkayê ji Sûriyê îmze kiriye.
Hat ragihandin ku di biryarnameyê de zanyariyên li ser dem û çawaniya vekişîna leşkerên Amerîkayê hatine diyarkirin, ku vekişîn piştî çend hefteyan dê dest pê bike û çend hefte berdewam bibe.
Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê James Mattis piştî biryara Donald Trump a vekişandina leşkerên xwe ji Sûriyê, ragihandibû ku ew dest ji kar dikşîne.