Patrick Shanahan cihê James Mattis digire

Hewlêr (Rûdaw) - Patrick Shanahan ku cîgirê wezîrê destjikarberdayî yê Amerîkayê James Mattis e, dê di sala nû ya Zayînî de wek Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê dest bi kar bike.

 

Serokê Amerîkayê, Donald Trump ragihandiye, ku Cîgirê James Mattis, Patrick Shanahan posta Wezîrê berevaniyê yê Amerîkayê werdigire.

 

Trump di twîtteke xwe de nivîsiye: "Ez kêfxweş im ku rabigihînim Patrick Shanahan cîgirê wezîrê berevaniyê yê xwedan şiyan, 1ê Çileya 2019an posta Wezîrê Berevaniyê werdigire."

 

Trump her di twîtta xwe de pesnê Shanahan daye û dibêje, hejmareke zêde destkevtên wî hebûn dema wek cîgir û berê jî li Boeing kar kiriye.

 

Ev pêngav piştî wê yekê hat, ku James Mattis sê roj berî niha ji ber nerînên cuda ligel Trump û bi taybet li ser mijara vekişandina leşkerên Amerîkayê ji Sûriyê dest ji kar berda.

 

Shanahan di destpêka sala 2017ê de weke Cîgirê Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê hatibû erkdarkirin.