Misr: Di salvegera ketina Mubarek de 15 kes hatin kuştin
Hewlêr (Rûdaw) – Li Misrê, di encama şer û pevçûnên navbera hêzên ewlehiyê û xwepêşanderan de herî kêm 15 kes hatin kuştin û gellek kes jî birîndar bûn.
Îro çaremîn salvegera serhildana gelê Misrê li dijî serokê wê demê yê Misrê Husnî Mubarek bû.
Lewma li ser daxwaza partiyên îslamî û alîgirên rêxistina Îxwan Muslimîn û çalakvanên çepgir ên Misrê, xwepêşandanek li paytext Qahîreyê û bajarên din hat lidarxistin.
Lê hêzên polîs û ewlehiyê mudaxele kirin ji ber wê jî şer û pevçûn derket. Di encamê de 9 kes li Qahîreyê û 6 kes jî li bajarê Iskenderiye û deverên din hatin kuştin, yek ji kuştiyên Qahîreyê leşker û yên din jî sivîl bûn.
4 sal berê serhildanek berfireh li dijî rêjîma Husnî Mubarek hat kirin ku di encamê de rêjîma wî hat hilweşandin û li şûna wî endamê rêxistina Îxwan Muslimîn, Mihemed Morsî bû serokê welêt.
Piştî ku Morsî bû serokê Misrê, nerazîbûn li dijî wî bilind bûn lewma fermandeyê wê demê yê artêşê Ebdulfetah Sîsî li dijî hikûmeta Morsî kûdeta kir û hikûmet zeft kir.
Piştî wê Morsî û gellek rayedarên din ên hikûmeta wî û endamên Îxwan Muslimîn hatin girtin û heta niha jî girtî ne.
Îxwan Muslimîn jî wek rêxistineke “terorîstî” hat ragihandin.