Kurdên diyasporayê Wezîrê Eşo bibîranîn

Bruksel (Rûdaw) - Niviskar û dîroknasê Kurd Wezîrê Eşo, roja 24/01/2016a, yekemîn salvegera dilovanîya xwe de ji aliyê zêdetir 150 kurdên dîyasporaê li Goristana Zellikê - Belcîkayê hat bîranin.

Di bîranîna nivîskar, wêjezan, dîrokzan, rojnamevan-redaktor û wergêrê kurd Wezir Eşo de gelek nuner û endamên partî û sazîyên lî çar perçên Kurdistanê û diyaspora Sovyet û Ewropa beşdar bûn û li ser jiyan û kar û xebatê Wezîr axivin.

Nunerê Hukumeta Kurdistanê li Yekitiya Ewrupa Delawer Ajgeyî, Niviskarê kurd ê nav û deng Eskerê Boyîk, Seroka Buroya Kurd li Brukselê Perwin Xanım, Pîr Xidir û İlyas li ser navê Komela Êzdiya a Oldenburgê, Şêx Sêko, nunerê Partiya Demokrata Kurdistan (PDK) li Belcika Sidqî Tarwenaşî, nunerên Partiya Demokrata Kurdistan a Rojhilat (PDK-Iran) li Belcika, nunerê Kongra Netewi a Kurdistanê (KNK) Medenî Ferho, Sekreterê PEN a Kurd Kakşar Oremar, Serokê Enstutiya Kurd li Brukselê Derwiş Ferho û nuner û dostên partiyên Rojava: Partiya Demokrata Kurdistan a Rojava, Yekitiya Demokrata Kurd (Rojava), Partiya Yekitiya Kurd (Rojava) û Çapxana Ararat News / MED Diplomatic, nivîskar Bîlal Hesen, Mamed Jemo û gelek ronakbirên kurd beşdarî merasîma bibîrnanî Wezîrê Eşo bûn.

Serokê Kongra-Gel Remzi Kartal, endamê rêvebirya KCK Zubeyîr Aydar, Yekitiya Niştimanê Kurdistan (YNK), nunerê Partiya Demokratik a Kurdistan a Rojhilat (PDK-I) li Belçika Kawa Ahangari û nunerê Partiya Sosyalist a Kurdistan (PSK) li Belçika Delil Mazlum Roni jî derheq salvegera dilovaniya Mamoste Wezîr peyam û rêzên xwe şandın.

Apê Wezîr di dema jiyana xwe de herdem wisa digot : “80 salên din jî bijîm, ezê dîsa deyndarê gelê xwe bim”

Wezîrê Eşo, nivîskar, wêjezan, dîrokzan, rojnamevan-redaktor û wergêrê Kurd yê bi nav û deng, roja 23ê Çileya Paşî sala 2015an, di 80 saliya xwe de, li paytexta  Belçikayê, Brukselê çûbû ser dilovaniya xwe.



Wezîrê Eşo kî ye?

Wezîrê Eşoyê Hûtî Begê, 1ê Mijdara sala 1934an li paytextê Gurcistanê-Tivlîsê jidayîk bûye.

Wî sala 1958ê li ZanîngehaYêrivanê beşa dîrokê xilas kiriye. Salên 1964-1994a wek rêdaktor, serastkir û kontrolkirekî çapemeniya Ermenîstanê yê sereke, her wisa jî wek rêdaktor-wergêrê beşa weşanên bi kurdî ya Radiyoya Ermenîstanê li Yêrivanê kar û barên xwe bi cî anîne.

Wek nivîskar berhemên wî di rojnameya kurdî ya Riya Teze da û her wiha bi wergerên ser ermenî û rûsî di rojname û kovarên Ermenîstanê yên wêjeyî de ji sala 1958a û vir da hatine çapkirin.

Hetanî niha ev pirtûkên Wezîrê Eşo yên berhemên lîtêratûra bedewî, zaniyariyê û wergeriyê hatine çapkirin : Mizgînî  (Yêrêvan, 1976),  Xebera Dosta  (berevoka novêlên nivîskarên Ermenî bi pêşgotin û wergera ser Kurdî), Dengbêj Kal Bibû  (Yêrêvan, 1983),  Pamp-Sîpan (Yêrêvan, 1986), Dosya Barzanî Sandoqa Stalîn ya Polayî da (bi kurdî, Hewlêr, 2007, bi wergera ser erebî : Hewlêr, 2008),  Pariyê Berdemayî (Hewlêr, 2008), Kurdzanê Mezin Qanatê Kurdo (Ararat News Publishing (ANP-Belçika-Bulgaristan, 2010),  Zargotinzanê Kurd yê mezin,  (bi Ermenî, Yêrêvan, 2010), Simoyê Şemo: Jîyan û Kar (bi Kurdî, Yêrêvan, 2013).

Wezîrê Eşo xizmeta şanogeriya Kurdî jî kiriye. Di radyoya Yêrêvanê da ew pir salan şîretkarê derhênan bûye di warê amadekirina şanoyên radiyoyê de yên ser bingeha berhemên nivîskarên Kurd û Ermenî çêkirî.

Piştî hatina li Ewropayê Wezîrê Eşo kar û barê xwe yê berhemdariyê û civakî berdewam kir wek endamê Instîtûya Kurdî ya Brûkselê lê piştre bûye endamê Bûroya Kurdî ya Pêwendî û Agahdariyê li heman bajarî.