Navenda Nûçeyan – Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo avakirina 'herêman ewle' ango tampon li Sûriyê, çend wezaretên têkildar bi mijarê re erkdar kir.
Ajansa Reutersê di nûçeyeke bilez de ragihand, ku Serokê Amerîkayê Donald Trump Wezareta Derve û Wezareta Berevanî (Pentagon) ên wî welatî erkdar kir, ku di nava 90 rojan de, bo pêkanîna herêmên ewleh li Sûriyê û rêgirîkirin li hatina koçberên sûrî bo Amerîkayê, dest bi xebatê bikin.
Li gorî nûçeya Reutersê, Trump herwiha ji her du wezaretên derve û berevaniyê xwestiye, ku li ser dabînkirina herêman ewle bo bicihkirina welatiyên sivîl ên sûrî kar bikin.
Herwiha Donald Trump ji bo ku penaberên bi rêya sînorê Meksîkê derbasî Amerîkayê dibin, bide sekinandin, di dema kempînên hilbijartinan de soz dabû ku dîwarekê li ser sînorê navbera Amerîka û Mekîskê çêbike.
Berdevkê Koşka Spî Sean Spicer ragihand, ku çêkirina dîwar wêdetirê sozê ye û got: “Ji bo parastina sînorên me, gaveke pêwîst û bi aqilane ye.”
Trump beriya hilbijartinan di axavtinên xwe de gotibû ku ew dê pereyên dîwarê jî ji Meksîkê bistîne. Li ser van gotinan Meksîka aşkere kiribû, ew dê vê yekê nepejirînin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse