Davos (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump gehişte Swîsreyê û li Firokexaneya Navdewletî ya Zurichê peya bû û ji wir jî ber bi Davosê bi rê ket.
Biryar e roja Înê (26.01.2018) bi dema Kurdistanê saet 4:00 li Foruma Aborî ya Cîhanî ya Davosê, Serokê Amerîkayê Donald Trump gotarekê pêşkêş bike.
Berî ku ber bi Swîsreyê bikeve rê, Trump li ser twîtera xwe wiha nivîsî: “Bi wan hemû karên ku ez dikim aboriya me geş dibe, herwiha baştir jî dibe.” Evna jî wek bersivekê bû bo wan siyasetmedarên ku daxwazê jê dikin dest ji siyaseta dûrxistina Amerîkayê ji cîhanê berde.
Amadebûna Serokê Amerîkayê li Foruma Aborî ya Cîhanê bo gelek karsaz û sermayedarên cîhanê cihê matmayînê ye, ji ber 18 sal e ti serokekî Amerîka beşdarî foruma navbirî nebûye.
Îsal 48mîn Foruma Aborî ya Cîhanî ya Davosê bi slogana “Çêkirina Paşerojeke Hevbeş Li Cîhaneke Jihevqetiyayî” tê sazkirin. Serokê Amerîkayê Donald Trump jî sedema vê jihevqetiyayîbûnê tê dîtin, ku bi biryareke neçaverêkirî hatina bo Davosê ragihand.
Hêjayê gotinê ye ji yekem roja destpêkirina Foruma Abaorî ya Cîhanî ve xwepêşandan dijî Donald Trump tên kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse