Li Bendera Xersonê êrîşî keştiya Tirkiyê kirin
Hewlîr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku li Bendera Xerson a Ukraynayê êrîşî keştiya Tuzla ya Tirkiyê hatiye kirin.
Li gor zanyariyên hatine belavkirin, êrîş ji aliyê hêzên Rûsyayê ve û di dema bombebarana Bendera Xersonê de çê bûye û di bûyerê de ti zirarên canî çênebûn. Lê hat diyarkirin ku Wezareta Berevaniya Tirkiyê û xwediyê keştiyan ji bo rizgarkirina 12 keştiyên Tirkiyê yên li herêmê asê mane, ketine tevgerê.
Li gorî nûçeya rojnameya Ekonimî; Duh êvarê saet di 09:00 de keştiya Tuzlayê rastî êrîşê hat û li ser pirê hat armanckirin. Di nûçeyê de behsa wê nehatiye kirin ku êrîş ji kîjan alî ve hatiye kirin.
Keştiya bi navê Tuzla û bi ala welatê Vanuatu ji bo şîrketa Keştiya Çayeli dixebite. Di encama êrîşê de li ser pirê şewat derket.
Hat ragihandin ku di keştiyê de ti personeleke ji Tirkiyê nebûye û kaptanê Azerî yê keştiyê jî xwe spartiye keştiyeke din a heman şîrketê.
Komeleya Xwedî û Xebatkarên Keştiyên Peravan (KOSDER) Hakan Çendik diyar kir ku Wezareta Berevaniya Tirkiyê û fîrmayên xwediyê keştiyan îro li hev civiyan û tê plankirin ku keştiyên asê mane di demeke nêz de ji bin dorpêçê bên derxistin.
Çendik got, “Em li bendê ne ku hem keştî û hem jî personel di demeke kurt de bi ewle ji herêmê derkevin.”