Trump ji axaftinê têr nebû, saetek û 47 xulek û 43 çirkeyan axivî
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump, bi axaftina xwe ya “Rewşa Welêt” rekoreke nû ya dîrokî tomar kir û di dîroka welêt de axaftina herî dirêj a fermî pêşkêş kir.
Donald Trump, bi dema Amerîkayê doh (24ê Sibata 2026an, bi dema Kurdistanê 25ê Sibatê, vê sibehê) axaftina xwe pêşkêş kir.
Axaftina Trump saetek, 47 xulek û 43 çirkeyan ajot.
Trump bi vê yekê re rekora navdar a Bill Clinton a sala 2000an jî derbas kir.
Wî her wiha rekora xwe ya Adara 2025an jî li pey xwe hişt.
Lê ji ber ku axaftina wî ya par wekî “Rewşa Welêt” a fermî nehatibû tomarkirin, axaftina îsal bi awayekî fermî bû ya herî dirêj.
Axaftina Rewşa Welêt çi ye?
Axaftina “Rewşa Welêt” yek ji kevneşopiyên siyasî yên herî girîng ên Amerîkayê ye.
Serok derdikeve pêşiya her du jûrên Kongreyê (Senato û Meclisa Nûneran).
Di axaftina xwe de plana sala bê û rewşa giştî ya welêt radigihîne.
Ev kevneşopî vedigere sala 1790yî, dema ku George Washington yekem axaftina bi vî rengî kir.
Ji wê demê heta niha şêwaz û dirêjahiya axaftinan gelekî guheriye.
Bi taybetî di van dehsalên dawî de ji ber weşanên zindî yên televîzyonê, dirêjahiya axaftinan zêde bûye.
Donald Trump bi vê gava xwe, di dîroka siyasî ya Washingtonê de rûpelekî din ji bo xwe vekir.