Orla Guerin: Cihê şanaziyê ye ku ez Xelata Şîfa Gerdiyê werdigirim

Hewlêr (Rûdaw) - Nûçegihana BBCyê Orla Guerin bû xwediya Xelata Şîfa Gerdiyê ya 2026an.

Orla Guerin piştî wergirtina xelatê got, “Cihê şanaziyê ye ku ez Xelata Şîfa Gerdiyê werdigirim û rêzê li mîrata vê rojnamegera Kurd a wêrek digirim. Her wiha ez gelekî serbilind im ku dikevim nav rêza wan jinên ku beriya min ev xelat wergirtiye.”

Xelata Şîfa Gerdiyê sala 2017an hatiye avakirin.

Komîteya Xelata Şîfa Gerdiyê got, “Xelat dê ji bo rêzgirtina li canê Şîfa Gerdiyê û wêrekî û rastbêjiya rojnamegerên jin ên li hemû cîhanê berdewam bike.”

Orla Guerinê hestên xwe yên ji bo wergirtina vê xelatê wiha anîn zimên:

“Cihê şanaziyê ye ku ez Xelata Şîfa Gerdiyê werdigirim û rêzê li mîrata vê rojnamegera Kurd a wêrek digirim ku di 30 saliya xwe de xwediyê ew qasî destkeftên mezin bû. Her wiha ez gelekî serbilind im ku dikevim nav rêza wan jinên ku beriya min ev xelat wergirtiye, wekî Lyse Doucet, Alex Crawford û Clarissa Wardê. Ez di nav koma herî baş de me.

Wekî rojnamegeran, em hemû dizanin ku metirsî beşek ji karê me ye lê em dîsa jî diçin. Ji ber ku berpirsiyariya me heye ku em li qadê bin, tiştên diqewimin bibînin û rapor bikin.

Bê guman Şîfa dema ku di salên 2016 û 2017an de weşana êrişên li dijî rêxistina ku wekî Dewleta Îslamî (DAIŞ) tê naskirin dikir, ji metirsiyan agahdar bû. Ew dîsa jî çû û bernameyeke rojane pêşkêş dikir. Ew çîrokek bû ku min jî weşana wê dikir û dema Şîfa hat kuştin, dengvedana şok û xema min hîn jî di bîra min de ye. Her çend me hevdû nedîtibû jî gelek caran dema ku ez bi şopên wê re ber bi Mûsilê ve diçûm ez li ser wê difikirîm.

Bi nêrîna min cewhera rojnamegeriya îro heman tişt e ku her dem hebûye: Ew jî ‘bûna şahid’ e. Ev gotin ne yên min in, nûçegihana pêşeng a şer Martha Gellhornê beriya bi dehan salan ew nivîsandine. Wê bi xwe şahidî ji bo gelek kêliyên girîng ên Şerê Cîhanê yê Duyem kiriye. Piştî 80 salan, ez di wê baweriyê de me ku ‘bûna şahid’ hîn jî rola me ya bingehîn e.

Em di serdemeke agahiyên şaş, rastiyên çêkirî û êrişên li ser zanist û rastiyê de dijîn. Di demekê de ku hişê çêkirî rê li ber asteke pir bilindtir a lîstina bi rastiyan û destkarîkirina wan vedike, di heman demê de kêmkirina budceyan û windabûna derfetên kar di tevahiya medyayê de tê dîtin.

Rojnameya Washington Postê di dirûşma xwe ya fermî de dibêje: ‘Demokrasî di nav tariyê de dimire.’ Bi rastî jî wisa ye. Lê di demekê de ku ez vê gotarê tomar dikim, gelek ji nûçegihanên biyanî yên herî baş ên Washington Postê niha bê kar mane. Raporên wan ên pileyek û yên meydanî êdî di wê rojnameyê de cih nagirin ku berê arşîveke pêbawer bû. Gelo niha dê çi tişt di rûpelên wê de werin piştguhkirin?

Min ji sala 1990î ve dest bi karkirina li ser nûçeyên derve kir. Wê demê min qet hîs nedikir ku ez dê tenê ji ber karê xwe bibim hedef. Ez di wê baweriyê de bûm ku têgihiştinek heye ku nûçegihan bêalî ne û divê wekî xwe bimînin. Ew roj bi dawî bûn.

Yên wekî me bişens in ku êlekên gulebir, perwerdeya alîkariya bilez û otomobîlên zirxpoş hene lê niha piraniya rojnamegeran ji pevçûnên Ukraynayê heta Sûdanê, ji Meksîkayê heta Xezeyê tên armanckirin. Xeze ji bo rojnamegeriyê li cîhanê cihê herî kujer e.

Li gorî amarên Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ), par 129 rojnameger û xebatkarên medyayê hatine kuştin. Komîte dibêje ku 56 ji wan Filistînî bûn ku ji aliyê hêzên Îsraîlê ve li Xezeyê hatine kuştin.

Rojnamegerekî serbixwe yê li Xezeyê gotiye ku êdî hema bêje ne cihekî wî maye ku jê raporan amade bike û ne jî hevpîşeyekî wî maye ku bi hev re raporan amade bikin.

Xeze ew şer e ku me li meydanê weşana wî nekiriye. Ji 7ê Çiriya Pêşîn a 2023yan ve, dema ku Hemasê êrişî Îsraîlê kir û heta îro rayedarên Îsraîlê rê nedaye medyaya cîhanê ku derbasî hundir bibe.

Ti pevçûna din nayê bîra min ku rojnamegerên navneteweyî ji bo demeke wiha dirêj jê hatibin bêparkirin û rê li ber wan hatibe girtin ku bibin şahid. Tenê dema ku rojnamegerên biyanî bi artêşa Îsraîlê re di geştên organîzekirî de bin, destûr tê dayîn.

Barê giran û berpirsiyariya amadekirina raporên meydanî tenê ketiye ser milê hevkarên me yên Filistînî ku gelek ji wan di dema karê xwe de hatin kuştin.

Me hemûyan dîmenên wan merasîmên cenazeyan dîtine ku êlekên rojnamegeriyê li ser terman hatibûn danîn.

Îsraîl armanckirina rojnamegeran red dike lê Ofîsa Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ya li navçeyên dagirkirî yên Filistînê, ev yek wekî ‘awayekî artêşa Îsraîlê yê ji bo kuştina rojnamegeran a li Xezeyê’ bi nav kiriye û şermezar kiriye.

Di dema wergirtina vê xelatê de, ez dixwazim rêzê li Şîfayê, wêrekiya wê û mîrata wê ya berdewam bigirim. Her wiha ez dixwazim wan rojnamegerên Xezeyê bi bîr bînim ku hîn jî dixebitin û hîn jî jiyana xwe dixin metirsiyê da ku bibin şahid.”