Adrian Wells: Rûdaw nûjeniyê diafirîne û Şîfayê ev dixwest
Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Giştî yê ENEXê Adrian Wells got, “Balkêş e ku Rûdaw berevajî vê herikînê (trendê) disekine. Xizmetguzarî û gihîştina cih û bîneran berfirehtir dike, di warê rojnamegeriyê de veberhênanê dike û nûjeniyê diafirîne. Ez bawer im ev ew serkeftin e ku Şîfayê ji bo kanala xwe dixwest.”
Nûçegihana BBCyê Orla Guerin bû xwediya Xelata Şîfa Gerdiyê ya 2026an.
Xelata Şîfa Gerdiyê sala 2017an hatiye avakirin û Komîteya Xelata Şîfa Gerdiyê got:
“Xelat dê ji bo rêzgirtina li canê Şîfa Gerdiyê û wêrekî û rastbêjiya rojnamegerên jin ên li hemû cîhanê berdewam bike.”
Birêvebirê Giştî yê ENEXê Adrian Wells piştî ku xelatgir diyar bû bi vî rengî axivî:
“Heval û hevkarên hêja,
Careke din salvegera xemgîn a mirina trajîk a Şîfayê ye. Wekî her tim, ev kêliyeke tije xem e ji bo kûrbûna di wê jiyana ku pir kurt bû. Dema wê erkê xwe bi cih dianî da ku aliyê mirovî bixe nav raporên xwe û nîşan bide ka nakokî çawa dikarin bandoreke zêde li jiyana welatiyên bêguneh bikin.
Lê ev kêliya hêvî û kêfxweşiyê ye jî ku tê de mîrata Şîfayê bi vî awayî tê bibîranîn. Ev yek jî bi rêzgirtina li şiyanên herî baş ên nûçegihanên jin û wan çîrokên ku ji çar aliyên cîhanê digihînin bîneran pêk tê. Rojnamegerî pîşeyek e ku di bin gefê de ye û saziyên medyayê bi zehmetî dikarin alavên pêwîst peyda bikin da ku nûçegihanên xwe yên herî baş -çi jin çi mêr- bişînin wan derên ku divê rojnameger lê bin da ku dîmenên eniyên şer, bajar û herêman veguhêzin.
Balkêş e ku Rûdaw berevajî vê herikînê (trendê) disekine. Xizmetguzarî û gihîştina cih û bîneran berfirehtir dike, di warê rojnamegeriyê de veberhênanê dike û nûjeniyê diafirîne. Ez bawer im ev ew serkeftin e ku Şîfayê ji bo kanala xwe dixwest. Her wiha wê dixwest ku kanala wê berdewam bike û vî karê girîng bi pêş bixe.
Xelatgira îsal bê guman hêjayî vê xelatê ye ku bi navê Şîfayê ye. Wê bi rengekî bêwestan ji hinek jîngehên herî dijwar û deverên ku gihîştina wan zehmet e, rapor amade kirine. Di karên vê rojnamegerê de her tim xema bingehîn ew êş û encam bûn ku xelkê asayî piranî caran neçar dimîne di wan rewşên ku wan bi xwe hilnebijartine de, li ber xwe bide.
Ew rojnameger jî her tim di karên xwe de balê dikişîne ser wan êş û encamên ku xelkê asayî gelek caran neçar dimîne di wan rewşên ku wan bi xwe nehilbijartine de, tehemul bike.
Ez bi taybetî gelekî kêfxweş im ku Orla Guerin xelatgira îsal e. Ji ber ku beriya niha bi salan min bi wê re di BBCyê de kar kiriye û ez dizanim ka ew çi qasî ji pîşeya xwe re dilsoz e û berpirsiyariya raporên xwe çi qasî bi cidî digire ser milê xwe. Ji bo vê destkefta balkêş ez wê pîroz dikim.”