Aliyê qels ê medyayê, sala 2025an 129 rojnameger hatine kuştin
Hewlêr (Rûdaw) - Şopandin, girtin, lêdan, şkence û tewr kuştin... Ev aliyê tarî yê jiyana beşek ji rojnameger û xebatkarên medyayê ye.
Birêvebirê Giştî yê Rêxistina Rojnamegerên Bêsînor (RSF) Thibaut Bruttin diyar kir ku rêjeya kuştina rojnamegeran careke din zêde bûye.
Thibaut Bruttin li ser rewşa dawî got, "Rêjeya kuştina rojnamegeran di dema pêkanîna erkên wan de sala borî careke din bilind bû. Ev yek nîşanî me dide ku me neşiyaye rê li ber tundiya li dijî rojnamegeran bigirin."
Herî zêde li Rojhilata Navîn hatine kuştin
Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ) a Amerîkayê jî amaran eşkere dike.
Li gorî daxuyaniya CPJyê, sala 2025an 129 rojnameger û xebatkarên medyayê hatine kuştin.
Her wiha di heman salê de 330 rojnameger jî hatine girtin.
Li gorî amarên CPJyê, piraniya kuştiyan li parzemîna Asyayê û bi taybetî jî li Rojhilata Navîn bûne.
Amarên kuştina xebatkarên medyayê yên li gorî parzemînan bi vî rengî ne:
Li Asyayê: 104 xebatkarên medyayê
Li Afrîkayê: 11 xebatkarên medyayê
Li Amerîkaya Bakur: 9 xebatkarên medyayê
Li Amerîkaya Başûr: 4 xebatkarên medyayê
Di nava van amaran de, herî zêde li Rojhilata Navîn rojnameger hatine kuştin ku hejmara wan 94 e.
"Rojnameger bi zanebûn tên kuştin"
Birêvebirê Giştî yê RSFê Thibaut Bruttin destnîşan kir ku divê ew ji bo parastina rojnamegeran têbikoşin û pê de çû:
"Ev rojnameger in ku jiyana wan ji wan tê standin û bi zanebûn tên kuştin.
Rojnameger bûne karta bazirganiyê û berikên lîstika dîplomasiyê, ew rasterast tên hedefgirtin."
Rêxistina Rojnamegerên Bêsînor (RSF) ragihand ku sala 2025an 135 rojnameger û xebatkarên medyayê winda bûne û 20 kes jî wekî rehîne hatine girtin.
Rewşa rojnamegeran wekî xwe xerab maye
Li gorî amarên Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ), sala 2024an 126 rojnameger û sala 2025an jî 129 rojnameger hatine kuştin.
Her wiha sala 2024an 384 xebatkarên medyayê hatibûn girtin û sala 2025an ev hejmar daketiye 330î.
Tevî hemû hewldanan jî ev amar nîşan didin ku rewşa rojnamegeran û xebatkarên medyayê wekî xwe xerab maye.