Orla Guerin di nav vizîna guleyan de rûyê reş ê şer nîşanî cîhanê dide

Hewlêr (Rûdaw) - Rojnamegera BBCyê Orla Guerina ku îsal Xelata Şîfa Gerdiyê stand di bin vîzîna gule û gurmîna topan de diçe eniyên şer da ku rewşa sivîlên asêmayî bibîne.

Di nûçegihaniya eniyên pêş ên şer de şêwazeke taybet a Orla Guerinê heye.

Rojnamegera Îrlandayî ji salên 1990î ve ji bo BBCyê nûçeyan dişopîne.

Wê di 30 salên borî de temaşevan birin nav pevçûnên herî xeternak ên serdemê.

Ji Rojhilata Navîn heta herêmên germ ên şer ên Ewropayê, wê çîrokên karesat û êşên mirovan veguhastin.

“Min li zêdetirî 70 welatan nûçe şopandin”

Nûçegihana Navneteweyî ya BBCyê Orla Guerinê li ser kariyera xwe got:

"Beriya zêdetirî 30 salan min wekî rojnamegerekê dest bi kar kir. Ji wê demê ve, min li zêdetirî 70 welatan nûçe şopandin.

Min gelek şoreş û hewldanên derbeyan dîtin. Min rûxîna rejîmên dîktator û jidayîkbûna demokrasiyê dît.

Her wiha min gelek demên xwe di nav çeperan de bi sermayê û li ser erdê derbas kirin."

Şerê Mûsilê û sivîlên asêmayî

Yek ji erkên herî giran ên Guerinê rûmala rizgarkirina parêzgeha Nînowayê ya ji destê DAIŞê bû.

Ew şer gund bi gund bi rê ve çû û tenê şerê navenda Mûsilê nêzîkî 10 mehan ajot.

Guerinê di raporta xwe ya li gundê Faziliyeyê yê Başîqayê de guh da malbatên ku di nav bajêr de asê mabûn û hêviyên wan ên azadiyê ragihandin.

Orla Guerinê wê demê derbarê rewşa sivîlan de wiha gotibû:

"Dema ku Pêşmerge niha di nav gundan re derbas dibin, kolan bi kolan ji metirsiyan paqij dikin.

Her ku diçe xelk zêdetir derdikeve derve. Piştî du salan cara yekem e ku ew niha dikarin bi azadî biaxivin."

Dema ku Pêşmerge û hêzên Îraqê gund bi gund û bajar bi bajar bi pêş ve diçûn, nûçeyên wê rojnamegerê ne tenê şerê leşkerî nîşan dida, bala wê li ser wan sivîlan jî bû ku di nava agirê şer de asê mabûn.

Ew sivîl ji aliyekî ve ditirsiyan tevbigerin û ji aliyê din ve jî bi hesreta rizgarkirinê bûn.

Ji Yemenê heta Ukraynayê

Guerinê li Yemenê jî kar kir ku wekî cihê herî xirab ê karesatên mirovî yên dehsalên dawî tê zanîn.

Wê li wan herêmên ku ji ber bombebaran, birçîbûn û nexweşiyê wêran bûne nûçe amade kirin.

Guerinê li ser girîngiya gihandina rastiyan diyar kir:

"Em di serdemekê de ne ku li dijî rastiyan rikberî tê kirin. Pêwîst e tu wan çîrokên ku te dîtine vebêjî yan jî ji zarê şahidan çîrokê veguhêzî."

Li Ukraynayê jî Guerinê tirs û xofa wan sivîlan nîşan da ku ji ber topbaran û şer direviyan.

Ew li kêleka wan kesan radiwestiya ku ji eniyên pêş direviyan da ku nîşan bide ka şer çi qedera reş bi serê xelkê de aniye.

Orla Guerin naçe eniyên şer da ku tenê behsa teqîna gule û topan û wêranbûna çeperan bike.

Ew li wan deran bi xelkê re diaxive, bi wan dayîkên ku zarokên xwe winda kirine re dipeyîve.

Her wiha guh dide çîrokên wan malbatên ku malên wan wêran bûne û li benda destê alîkariyê ne.