Jiyaneke di nav dûmana şer de: Orla Guerin kî ye?

Hewlêr (Rûdaw) - Orla Guerin yek ji nûçegihanên navneteweyî yên herî navdar ên BBCyê ye û îsal Xelata Şîfa Gerdiyê stand.

Wê ji ber weşanên xwe yên li herêmên germ ên cîhanê û eniyên şer nav û dengekî mezin bi dest xistiye.

Guerinê beşeke mezin a temenê xwe di nav dûmana şer û krîzên mirovî de derbas kiriye.

Destpêka jiyana wê û perwerde

Ew 15ê Gulana 1966an li Dublîna paytexta Îrlandayê ji dayîk bûye.

Li wir dest bi xwendinê kiriye û ji beşa rojnamegeriyê ya Enstîtuya Teknolojiyê ya Dublînê der çûye.

Bawernameya wê ya masterê di beşa "Zanista Fîlman" de heye.

Wê ev bawername ji Koleja Zanîngeha Dublînê (University College Dublin) wergirtiye.

Qonaxa destpêkê ya rojnamegeriyê

Guerinê sala 1987an wekî rojnameger li Radyo û Televîzyona Îrlandayê (RTÉ) dest bi kar kir.

Dema sala 1990î di 23 saliya xwe de hilweşîna Yekîtiya Sovyetê rûmal kir, bû nûçegihana navneteweyî ya herî ciwan a wê saziyê.

Tevlîbûna BBCyê û rûmalkirina şeran

Sala 1995an tev li Tora Medyayî ya BBCyê bû û di jiyana wê ya pîşeyî de qonaxeke nû dest pê kir.

Ji sala 1996an heta 2000î, bû nûçegihana BBCyê ya beşa Başûrê Ewropayê.

Yek ji wezîfeyên wê yên herî girîng şopandina Şerê Kosovayê yê di navbera salên 1998 û 1999an de bû.

Sala 2000î bû nûçegihana BBCyê ya Moskowê.

Sala 2001ê jî ji bo rûmala Serhildana Duyem (Întîfada) ya Filîstîniyan û rûdanên din ên navbera aliyan, li Qudisê (Orşelîm) bi cih bû.

Ji Kurdistanê heta bi Ukrayna û Xezeyê

Salên 2016-2017an bi pêşveçûna hêzên Pêşmerge û hêzên Îraqî re, Şerê li Dijî DAIŞê rûmal kir.

Sala 2023yan çû Kîevê. Wê li wir şerê Rûsya û Ukraynayê û rewşa mirovî ya xelkê rûmal kir.

Sala 2024an careke din vegeriya Qudisê.

Vê carê ji bo rûmalkirina şerê di navbera artêşa Îsraîlê û Hemasê de çû wir.

Xelat û destkeftî

Guerinê heta niha gelek xelat wergirtine.

Sala 1992yan ji ber rûmala rûdanên li Rojhilatê Ewropayê, Xelata Jacobê (Jacob's Award) wergirt.

Sala 2002yan ji aliyê Kluba Çapemeniyê ya Londonê ve wekî "Pêşkêşkara Herî Baş a Salê" hat hilbijartin.

Sala 2005an ji ber xizmetên xwe yên di qada medyayê de, Nîşana Rûmetê ya Împaratoriya Brîtanyayê (MBE) wergirt.

Guerinê sala 2003yan bi nûçegihanê ajansa Reutersê Michael Georgy re jiyana hevjîniyê pêk anî.