Boko Heram 500 kes revandin
Navenda Nûçeyan- Nişteciyekî bajarokê Damask yê Naycîryayê ku ji dest çekdarên Boko Heram hat derxistin, eşkere dike ku 500 jin û zarokên bajarokê ji aliyê wê grûpê ve hatine revandin.
Karsazekî wî bajarokî jî ragihand ku çekdarên Boko Heram berî ku ji her navçeyekê vekişin, hemû zarokan ligel xwe dibin.
Tevî ku hîn ti çavkaniyeke fermî nûçeya revandina wan kesan piştrast nekiriye, lê di dema borî de grûpa Boko Heram gelek karên wiha kirine.
Di meha nîsanê ya sala borî de, 200 xwendekarên keç ji aliyê Boko Heram ve hatibûn revandin.
Di destpêka vê mehê de, bajarokê Damask ji aliyê hêzên hevbeş yên Çad û Nîcerê ve ji destê çekdarên Boko Heram hat derxistin.