Amerîka: Li herêma aram YPG dê cih negire
Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Taybet ê Wezareta Derve ya Amerîkayê bo Karûbarê Sûriyê James Jeffrey ragihand ku ew ji bo avakirina navçeya aram li Sûriyê bi Tirkiyê re dixebitin.
Nûnerê Taybet ê Wezareta Derve ya Amerîkayê bo Karûbarê Sûriyê James Jeffrey li Washingtonê di civîneke rojnamevanî de ragihand ku derbarê Kurdan ew ligel Tirkiyê kar dikin ku navçeyeke aram li ser sînorê wê were avakirin.
James Jeffrey diyar kir li navçeyê ti hebûna Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dê nebe.
Jeffrey wiha got: “Em dê ji bo avakirina navçeya aram li Sûriyê bi Tirkiyê re dixebitin. YPG di navçeya aram de cih nagire. Ji ber ku Enqere bi tekîleyên wê yên PKKê re dilgiran e. Serok Trump bi awayekî zelal Serok Erdogan agahdar kir.”
Nûnerê Taybet ê Wezareta Derve ya Amerîkayê bo Karûbarê Sûriyê herwiha destnîşan kir ku ew di heman demê de naxwazin Tirkiyê rû bi rûyê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), ku beşek ji wan Kurd in, jiber vê yekê em li ser çareseriyeke kar dikin ku bi dilê hemû aliyan be.
Jeffrey herwiha got: “Armanca me ne ewe ku Hevpeymaniya Navdewletî bibe hêzeke aştiyê li navçeyê, lê em daxwaz ji Hevpeymaniya Navdewletî dikin ku operasyonên xwe li dijî DAIŞê berdewam bike.”